ENQERE - Meclisa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya zayendî û lêgerîna tazî ya li dijî jinên di çalakiyan de hatine binçavkirin da û xwest der heqê kiriyaran de kirariyên qanûnî bên destpêkirin.
Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM partî) têkildarî zextên polîs û darazê yên di çalakiyên protestoyî yên bi rojan e dewam dikin de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya nivîskî de hat diyarkirin ku jinên ciwan ên li kolanan mafên xwe yên demokratîk diparêzin rastî binpêkirinên mafan ên wekî tundî, tacîz û lêgerîna tazî ji aliyê hêzên hiqûqê ve hatine.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tundiya polîsan nîşaneya polîtîkayên desthilatdariya mêr û zayendperest e û hat gotin ku têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê bi tu awayî bi zext, binçavkirin û tundiyê nayê pûçkirin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Hûn ê nikaribin bi zext, tundî û binçavkirinan têkoşîna ciwan û jinên ciwan ên ji bo demokrasî, wekhevî û azadiyê bitepisînin. Tundiya li hemberî jinên ciwan, hedefgirtina bedena jinan nîşaneya hiqûqa dijmin a li hemberî jinê ye. Divê jinên di bin çavan de demildest serbest bên berdan.”
Herî dawî hat xwestin ku der heqê kesên tacîza zayendî û miameleya xerab li jinan kirin de lêpirsîn were destpêkirin.