ENQERE - Kesên di Komkujiya Roboskê de hatin qetilkirin, di meha 159’emîn de hatin bibîranîn.
Artêşa tirk di 28’ê Kanûna sala 2011’an de li gundê Roboskê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê welatî bombebaran kir. Di bombebaranê de 19 jê zarok bi giştî 34 welatî hatin qetilkirin. Bi ser komkujiyê re 159 meh derbas bûn. Hewldana ji bo Roboskê Edalet ku her mehê di roja 28’emîn de ji bo kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin bîranînê li dar dixe, li Cadeya Sakaryayê ya Enqereyê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Bila kujer bên dîtin û Roboskê êdî tu caran” hate hilgirtin.
Metna daxuyaniyê ji hêla endamê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Tanju Gunduzalp ve hate xwendin.
‘EM LI PEY HIQÛQA WINDA NE’
Gunduzalp, diyar kir ku bi ser komkujiyê re 13 sal derbas bûne û ew hêj li pey heqîqetê ne. Gunduzalp, wiha domand: “Malbat, gel û em bi hev re ev 159 meh in, 691 hefte û 4 hezar û 839 roj in em li pey edalet û hiqûqa winda ne. Pergal, meclis û daraz hewl dide komkujiyê veşêre.”
Gunduzalp, anî ziman ku Roboskê ne komkujiya ewil a li ser vê xakê li dijî gelan tê kirin e û wiha bi dawî kir: “Ji bo ev tiştên qewimîn dîsa dubare nebin û aştî çêbibe, ji bo aştî, mafên mirovan, edalet û azadiyê divê necezakirin bi dawî bibe û berpirsyar hesabê bidin. Erdnîgarî, qeder nîne. Divê hemû faîlên Komkujiya Roboskê bên darizandin.”