STENBOL - Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê kom bûn û aqûbeta Alî Karagoz pirsîn. Karagoz 27’ê Kanûna 1993’yan li navçeya Cizîr a Şirnexê di bin çavan de hate windakirin.
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, her hefteyê li Qada Galatasaray a li Stenbolê tên ba hev. Dayikên Şemiyê vê hefteyê çalakiya xwe ya hezar û 44’emîn lidar xist.
Di çalakiyê de qurnefîl û wêneyên windayan hatin hildan. Vê hefteyê aqûbeta Alî Karagoz hat pirsîn ku 27’ê Kanûna 1993’yan li navçeya Cizîr a Şirnexê di bin çavan de hat windakirin.
SERPÊHATIYA ALÎ KARAGOZ
Xizma windayan Setenay Yariciyê daxuyanî da û got: "Alî Karagoz (42) bavê şeş zarokan bû. Li taxa Cûdî ya Cizîrê dima û debara xwe bi stendin û firotina heywanan dikir. Di 27'ê Kanûna 1993'yan de leşker û cerdevanên girêdayî Kamîl Atak davêjin ser mala wî û wî binçav dikin."
Setenay Yarici anî ziman ku hevjîna Alî Karagoz Ayşe Karagoz dide dû leşkeran û got: "Di rê de leqayî Şevkiye Aslanê hat. Şevkiyeyê jê re got, hevjînê wê Îskan Aslan jî hatiye binçavkirin û tevî Alî Karagoz destên wî hatiye girêdan û wan birine jêrzemîna mala sercerdevan Kamîl Atak û Kûkel Atak. Ayşe Karagoz, ji bo hevjînê wê bê berdan çû mala Atak, lê bi gefa 'ger tu li aqûbeta hevjînê xw ebipirsîn em ê te jî bikujin' re rû bi rû ma."
Setenay Yariciyê anî ziman ku piştî vê Ayşe Karagoz bi daxwaznameyê serî li dozgeriyê daye û got: "Daxwaznameya Ayşe Karagozê esas nehat girtin. Ayşe Karagoz a li aqûbeta hevjînê xwe pirsî, tim gef lê hatin xwarin, lê tu agahî bi dest nexistin. Cerdevan Mehmet Nûrî Bînzet di sala 2009'an de li Serdozgeriya Komarê ya Midyadê îfade da û got ku kesên anîne jêrzemîna Kamîl û Kûkel Atak ji aliyê Cemal Temizöz ve hatine lêpirsînkirin û paşê hatine înfazkirin."