NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya jinan, xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî komkujiyên li perava Sûriyeyê meşiyan û amaje bi hevgirtinê kirin.
Rêxistina Kongra Star a Helebê bi armanca şermezarkirina komkujiyên li perava Sûriyeyê yên li dijî elewiyan meşek li dar xist. Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî meşê bûn.
Meş ji pêşiya Hola 8’ê Adarê ya Şêxmeqsûdê dest pê kir. Di meşê de alên Kongra Star hatin hildan û pankartên "Em dixwazin hesab ji sûcdaran bê pirsîn", "Em ji mirinê mezintir in" û "Em piştgiriya jinên li perava Sûriyeyê dikin" hatin vekirin. Her wiha dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Jin jiyan e, jiyanê nekujin" hatin berzkirin.
Meş li Çerxerêya Şehîd Gulê Selmo sekinî û deqeyek rêz hat girtin. Li vir endama rêveber a Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Muna Gebek axivî û der barê sûcên li perava Sûriyeyê yên li dijî jinan têne kirin de got: "Armanca van sûcan şikandina îrade û biryardariya jinan e."
Muna Gebek li dijî hemû cureyên tundiyê banga yekitî û xebata hevbeş li hemû jinan kir.
Ji rêveberên Komîteya Perwerdeyê ya PYD’ê Meyada Erabo jî di axaftina xwe de guhertinên ku piştî rûxandina rejîma Esed li Sûriyeyê rû dane, bûyerên li perava Sûriyeyê rû didin û komkujiyên li dijî elewiyan hatine kirin, nirxandin.