AMED - Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz ku di serdanên Herêma Federe ya Kurdistanê de cih girt, diyar kir ku ji bo banga Abdullah Ocalan xwedîderketineke baş heye û got: “Ji bo banga birêz Ocalan veguhere aştiyê, yekitiya neteweyî ya gelê Kurd girîng e.”
Şandeyeke ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) pêk dihat, di 25-29’ê Adarê de li Herêma Federe ya Kurdistanê gelek hevdîtin kirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk û Ebrû Gunay, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz û endama TJA’yê Adalet Fîdan di hevdîtinan de cih girtin. Şandeyê, bi Serokkomarê Iraqê Adullatîf Reşîd, Waliyê Silêmaniyeyê, KNK, Tevgera Goran, Tevgera Helwest û Eniya Gel re hevdîtin kirin. Her wiha bi nûnerên Milman, Zerdeştî, Êzidî, Kakayî, Katolîk û hwd. û rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenên herêmê re jî hevdîtin hatin kirin.
Ji endamên şandeyê Saliha Aydenîz têkildarî hevdîtinan ji ajansa me re axivî. Saliha Aydenîz, da zanîn ku hevdîtinên xwe di çarçoveya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de kirine û got: “Birêz Ocalan berpisyartiyeke dîrokî li xwe girt. Ne tenê xîtabî Tirkiyeyê kir, her wiha xîtabî hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê kir.”
‘HEMÛ DERDORAN HELWESTA XWE DIYAR KIRIN’
Saliha Aydenîz, diyar kir ku di serdanan de li ser naveroka bangê, dema wê û derfetên dîrokî yên afirandî nîqaş kirine û got: “Armanca serdana duyemîn, xurtkirina yekitiya neteweyî bû. Di serdanên Silêmaniyeyê de em li ser rola partiyên Kurd a di yekitiya Kurdan de sekinînin. Hemû derdoran girîngiya yekitiya Kurdan a di çareseriya pirsgirêkê de vegotin. Helwestên pir erênî derketin pêş. Bi taybet jî Kurdên li Başûr gotin ku ew di ferqa berpirsyartiya xwe de ne. Em keyfxweş bûn ku tevek jî li benda aştiyê ne.”
SERDANA DUYEMÎN
Saliha Aydenîz, destnîşan kir ku serdana wan a duyemîn li gorî yên berê befirehtir bû û ev tişt anî ziman: “Em ne tenê bi partiyên siyasî yên mezin re, di heman demê de bi avadaniyên siyasî û civakî yên çalak û di nava gel de xurt re jî civiyan. Van hevdîtinan ev yek bi aşkerayî nîşanî me da; nîqaşa rû bi rû ji bo xwedîderketina li pêvajoyê girîng bû. Serê her kesî zelal bû. Hemû sazî û partiyan helwesta xwe bi aşkerayî nîşan dan. Weke DEM Partiyê em jî dê rola xwe çalak pêk bînin û vê pêvajoyê bi ser bixin.”
‘AŞTÎ BI TEVLIBÛNA GEL DIKARE MAYINDE BIBE’
Di berdewamê de Saliha Aydenîz got ku di serdanan de hevdîtina bi gel re jî xurt derbas bûye û got: “Civaka Kurd bi taybet jî ciwan êdî nûnetiya siyaseta klasîk derbas kirine û dixwazin îradeya wan di pêvajoyên biryardayînê de hebe. Nabe ku ev pêvajo tenê ji hevdîtinên dîplomatîk ên siyasetmedaran pêk bê. Divê gel bi xwe tev li bibe, daxwazên xwe bibêje û bi roleke diyarker rabe. Aştî, tenê bi tevlibûneke wiha dikare mayinde be. Em bibiryar in ku vê pêvajoyê bi tevlibûna tevahiya gelê Kurd bimeşînin. Divê em cidî nêzî daxwazên gelê xwe bibin û enerjiya ciwanan di vê pêvajoyê de diyarker be. Ji bo me ev yek modêleke demokratîk e.”
'DIVÊ EM PIRSGIRÊKAN BI RÊYA DIYALOGÊ ÇARESER BIKIN’
Saliha Aydenîz, got ku serdana wan ji bo yekitiya neteweyî ya Kurd jî girîng e û wiha pê de çû: “Yekitiya Kurdan jî ji bo aştiya Rojhilata Navîn girîng e. Divê em pirsgirêkên xwe bi diyaloga navxweyî çarewer bikin û îxtîmala şerê navxweyî ji holê rakin. Yekitiya Kurdan ji bo pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn jî girîng e. Heke gelê Kurd rêzê ji bo cudahiyên navxweyî bigire û zemîneke hevpar ava bike, dê bibe pêşengê aştiya herêmî, pergala demokratîk û pêkvejiyana gelên herêmê. Ev yekitî, daxwaza statûya her çar parçeyan girêdayî hev dike, gelê me yê li dîasporayê tev li pêvajoyê dike û îradeya cewherî ya gelê Kurd esas digire. Ev zemîna ku îro birêz Ocalan pêşkeş kiriye, bingeha xwe ji vir digire.”
'BANG JI BO YEKITIYA KURDAN JÎ GIRÎNG E’
Saliha Aydenîz, bi lêv kir ku banga Abdullah Ocalan ji bo yekitiya neteweyî ya gelê Kurd zemîneke girîng ava kiriye û wiha pê de çû: “Lê divê mirov vê jî diyar bike; ev ne banga yekitiya neteweyî ye. Ji bo cîbicîbûna perspektîfa konfederalîzma demokratîk ku birêz Ocalan bi sala ye diparêze, gaveke stratejîk e. Yekitiya neteweyî jî çarçoveyeke vê gavê ye lê armanca esasî, avakirina pergaleke civakî ye demokratîk e ku hemû gel wekhev, azad û bi dilxwazî bi hev re dijîn. Lewma bang ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn e.”
BERIPIRSYARTIYA DÎROKÎ
Saliha Aydenîz, got ku dîrok gavên dilwêrek, bibiryar û berpisyar li her kesî bar dike û axaftina xwe wiha qedand: “Ev têkoşîn ne tenê ya partiyên siyasî, lîder û saziyan e. Divê tevahiya gelê Kurd tev li bibe û xwedî lê derkeve. Heke ev firsend ji dest me biçe, em ê nekarin li çavên nifşên pêşerojê binêrin. Her destkeftiya gelê Kurd ne tenê dê mîrasa ji nifşên pêşerojê re be, her wiha rêya parastina rûmet û azadiya gelê Kurd e. Bersivdayina vê bangê, erkekî dîrokî ye. Ji bo nûnertiya îradeya gelê Kurd, ji bo daxwazan veguherînin destkeftiyên şênber û pêşkeşkirina jiyaneke birûmet, ji bilî vê tu rêyên me nînin.
DIVÊ BANG CIVAKÎ BIBE
Ji bo dewlet gavên şênber biavêje, divê zexta civakî zêde bibe. Em amade ne ji bo vê tişta ji dest tê bikin. Muxatabê esasî birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo muxatab bikare bi hemû derdoran re hevdîtinan bike, divê mercên azadiyê bên avakirin. Divê hemû derdor bi hev re vê zextê bikin. Ji bo vê em bang li raya giştî ya navneteweyî jî dikin. Gelê Kurd ragihand ku bi pêşengtiya Ocalan ji aştî û çareseriya demokratîk re amade ye. Divê dewlet û saziyên cîhanê vê firsenda dîrokî jinedîtî ve neyên. Em dixwazin ku li rex demokrasî û aştiyê cih bigirin û rêzê ji bo îradeya gelê Kurd bigirin. Kurdên ku di Lozanê de li ser maseyê nebûn, îro ji bo diyarkirina qedera xwe li ser pêyane. Divê êdî cîhan fêm bike ku nifteya îstîqrara herêmê, bi çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd pêkan e.”
MA / Mujdat Can