NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bi boneya protestoyên Îmamoglû hewldana derbeyê ya 15’ê Tîrmehê bi bîr xist û ev gef xwar: "Jibo dayina bedela wê amade bin.”
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî piştî emeliyeta dil, ji rojnameya Turkgunê re axivî. Bahçelî, têkildarî çalakiyên protestoyî yên li dijî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hatine destpêkirin, axivî. Bahçelî, hişyariya “kolanê” li CHP’ê kir û got: “Kolan, çareserî nîne. Heke mîna di 15’ê Tîrmehê de li pêşiya kesên banga kolanê dikin hin kesên din jî dakevin kolanan, gelo dê çawa pêşiya pevçûnê were girtin?”
CHP Û MEDYA HEDEF GIRT
Bahçelî, bi van gotinan gef li CHP û medyayê jî xwar: “Bangên kolanan ên ji hêla CHP û hinek şîrovekarên kadroyî ve tên kirin, nîşan didin ku hewl dan heye ku Tirkiyeyê bixin pêvajoyeke pir xetere. Ji ber ku aramiya civakê têk dibe, ev bang li dijî xerakirina pergala cemaweriyê ye... Divê şîrovakarên medyayên bi berpirsyartiyeke mezin tevbigerin. Şîroveyên civakê vedixwînin kaos, tundî û serhildanê, binpêkirina berpirsyartiyên hiqûqî û exlaqî... Di serî de CHP, ez partiyên siyasî yên hêviyê ji dabeşbûna civakê dikin û xwediyên televîzyonan û şîrovekaran hişyar dikim. Yên di nava hewldanên lêgerînên derveyî demokrasiyê de bila ji bo dayina bedelê jî amade bin.”