ENQERE - MYK’a DEM Partiyê dê bi rojeva “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bicive.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Bi ser bangê re zêdetirî mehekê derbas bû. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî ji bo nirxandina vê meha piştî banga dîrokî û diyarkirina nexşerêyê, bang li Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) kir ku di 11’ê Nîsanê de bicive. Di MYK’ê de dê nexşerê were nîqaşkirin.
DEM Partiyê piştî banga Abdullah Ocalan, biryar dabû ku lijneyên rayedar ên partiyê bicivîne. Di 2’yê Adarê de bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi Meclisa Partiyê (PM) re, di 3’yê Adarê de bi MYK’ê re û di 5’ê Adarê de jî bi tevlibûna parlamenter û hevşaredaran civîn li dar xistibû. Piştî van civînan jî li 101 navendan bi gel re civîn hatibûn lidarxistin.