MÊRSÎN - Cûma Çat ku di dema Derbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê de li Zindana Amedê hatibû ragirtin, li Nexweşxaneya Bajar a Mêrsînê jiyana xwe ji dest da.
Cûma Çat ku di Berxwedana Curnê Reş a 1978-79’an de cih girt û piştî Derbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê hate girtin û li Zindana Hejmar 5 a Amedê rastî îşkenceyên giran hat, di 82 saliya xwe de li Nexweşxaneya Bajar a Mêrsînê ku lê dihat tedawînkirin, jiyana xwe ji dest da.
Hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Kadîr Çat, li ser hesaba xwe ya medyaya dijital ragihand ku Cûma Çat jiyana xwe ji dest daye û got: “Me bavê min CÛMA ÇAT ku di Berxwedana Curnê Reş de cih girt û li Zindana Amedê li dijî derbeya faşîst a 12’ê Îlonê li hemberî hemû îşkenceyan li ber xwe da, winda kir!!!”
Cenazeyê Çat dê îro di saetên nîvro de li Goristana Karaduvarê bê definkirin.