AMED - Weqfa Mezopotamyayê ji bo gihandina berhevkaran, bi beşdariya folklorîst û akademîsyenan kursa xwe ya 9’an a rûbirû li dar dixe. Serlêdana kursê di 17’ê Nîsanê de bi dawî dibe û kurs di 19’ê Nîsanê de jî dest pê dike.
Weqfa Mezoptamyayê ji sala 2017’an û vir ve ji bo berhemên folklor û zargotina Kurdî berhev bikin, bi “Kursa Folklorê û Edebiyata Gelêrî” berhevkaran perwerde dike. Weqf, di vê çarçoveyê da salê du caran ji bo li ser folkloara Kurdî berhevkeran bigehîne, bi beşdariya gelek folklorîst û akademîsyenan bi awayê online û rûbirû kursan dide. Di perwerdeyê de akademîsyen û folklorîstên ku di qada xwe da pispor in ders didin. Heta niha 8 kurs hatine dayin û bi dehan kes hatine perwerdekirin.
Kursa 9’an jî di 19’ê Nîsana 2025’an de li Amedê rû bi rû dest pê dike û dê heta 11’ê Gulana 2025’an dewam bike. Ders dê di dawiya hefteyê de bên dayîn. Kesên bixwazin beşdarî kursê bibin, divê heta 17’ê Nîsanê li ser otomasyona Weqfa Mezopotamyayê qeyda xwe çêbikin.
Kursa rûbirû dê di rojên şemî û yekşemê di navbera saet 09.00 û 13.00’yan de bên dayîn. Kursiyer, di pêvajoya perwerdeyê de dê hînî rê û rêbazên berhevkirina folklorê, mijar, cûre û teoriya folklorê, di folklora Kurdî de hekîmiya gelêrî, şairî û dengbêjî di edebiyata devkî de, teknîka qeydkirinê, arşîv û dijîtalîzekirina muzîka Kurdî, rê û rêbazên deşîfrekirina berhemên edebiyata gelêrî û nexşerêya xebatê ya monografiya gundan bibin. Dersdarên kursê tev ji akademîsyen û mamosteyên pisporên folkorê pêk tên û xwedî tecrûbeyên bi salan in.
Mehpûs Serhedî, Eşref Keydanî, Bahoz Baran, Mehmet Yildirim Çakar, Hîkmettîn Atli, Ramazan Pertev, Omer Delîkaya û M. Emîn Îşî dê dersên “Rê û Rêbazên Berhevkariya Edebiyata Gelêrî”, “Edebiyata Gelêrî û Cûreyên Wê”, “Rê û Rêbazên Deşîfrasyona Berhemên Edebiyata Gelêrî”, “Nexşeya Xebatê ya Monografiyên Gundan”, “Cûreyên ji Helbesta Kurdî ya Gelêrî: Heyranok”, “Folklor û Teorî”, “Dabeşkirina Xebatên Folklora Kurdî li Gor Serdeman”, “Şairî û Dengbêjî di Edebiyata Devkî de”, “Teknîkên Qeydkirinê û Bikaranîna Cîhazan” û “Pratîka Deşîfrasyonê ya Metnan” bidin.
Xalên girîng ên ji bo serlêdanê:
1. Ji bo serlêdanê divê forma serlêdanê, bêyî kêmasî bê dagirtin. Ji bo ku hûn bikarin dagirin divê pêşî hûn qeyda endamtiya xwe çê bikin. Ji bo qeyda endamtiyê lînka jêrîn bitikînin:
2. Serlêdan dê heta 17.11.2025’an bên qebûlkirin.
3. Kesên ku hatine qebûlkirin an jî nehatine qebûlkirin dê di 18.04.2025’an de bên diyarkirin. Ders dê di 19.04.2025’an de dest pê bikin.
4. Ji bo mafê wergirtina sertîfîkayê divê kursîyer bi kêmanî beşdarî ji sedî heştêyî (%80) dersan bibin.
5. Yên ku carekê tev li kursa folklorê bûne careke din nikarin tev li bibin. (Ji bo pêşî li hevalên nû bê vekirin.)
6. Kurs bê pere ye.
* Ji bo pirsên xwe hûn dikarin xwe bigihînin vê hejmarê:
Tel-WhatsApp: +090 (549) 440 2220