NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku krîza dil derbas kir rakirin emeliyatê.
Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Cîgirê Serokê Parlamentoyê Sirri Sureyya Onder di saetên êvarê de ji ber krîza dil rakiribûn nexweşxaneyê.
Hat hînbûn ku Onder li nexweşxaneyê hatiye emeliyatkirin. Emeliyat didome.
HEVSEROK TÊN STENBOLÊ
Hate hînbûn ku Hevserokên Partiya DEM'ê Tulay Hatimoğulları û Tuncer Bakirhan ji ber rewşa tendirustiyê ya Onder diçin Stenbolê.