NAVENDA NÛÇEYAN - Înfazkirina cezayê darvekirinê yê girtiyê siyasî Hamid Hueyînnejad Heyderanlu hate taloqkirin. Rejîma Îranê destûr neda ku Heydaranlu bi malbata xwe re hevdîtinê bike.
Rejîma Îranê cezayê darvekirinê dabû Hamid Huseyînnejad Heydaranlu û ji bo înfazkirina cezayê wî xistibû hucreya yekkesî. Cezayê darvekirinê yê Heydaranlu hate taloqkirin. Li gorî daxuyaniya Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN), midûrê Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê Peyman Hanzade ji malbatê re got ku cezayê Heydaranlu hatiye taloqkirin. Her wiha hat destnîşankirin ku daxwaza hevdîtinê ya malbatê hatiye redkirin. Malbatê jî ragihand ku heta hevdîtina ser telefonê yan jî ya rû bi rû çêdibe dê çalakiya xwe ya li pêşiya girtîgehê bidomînin.
ÇI BÛBÛ?
Hamid Huseyînnejad Heydaranlu (40), di Tîrmeha sala 2024’an de bi îdiaya “Endamtiya PKK’ê” hate girtin û bi îdiaya “xayîntiya welat” biryara darvekirinê jê re hate dayin. Ji bo darvekirina Hedyaranlu, di 15’ê Nîsanê de xistin hucreya yekkesî û hevdîtina xwe ya herî dawî ya bi malbatê re di 17’ê Nîsanê de li dar xist. Li ser vê yekê, malbata wî diyar kir ku cezayê hatiye birîn derî hiqûqê ye û li pêşiya Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.