NAVENDA NÛÇEYAN-Li wargeha Mexmûrê çalakvanên ku 640 roj in di çalakiyê de ne diyar kirin ku dewlet divê ji bo gelê kurd dilsoz be û gotin: "Aktorê sereke yê vê pêvajoyê Rêbertî ye. Ji ber wê divê ku pergala Îmraliyê bi temamî bê hilweşandin û Rêber Apo azad bibe."
Çalakiya nobedê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî a Mexmûrê ku di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya "Ji pirsgirêka Kjurd re çareserî ji Rêber Apo re azadî" hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 640’an de û bi koma 125’an didome. Çalakvanên ku tevlî çalakiyê bûn der barê çalakiyê de axivîn.
'DIVÊ KU HETA NIHA GAVEK BIHATA AVÊTIN'
Ji çalakvanan Qedrî Şirîşeyî anî ziman ku heta ku dewlet gav neavêje ew ê baweriya xwe bi wan ne anin û wiha axivî: "Di kesayata Rêberê me de tecrîd li ser tevahiya civakê hate meşandin. Ev tecrîd hê heta niha jî didome. Armanca çalakiya me ya ku nêzî 2 sal in didome ne tenê şikandina tecrîdê bû, azadiya fizîkî ya Rêbertî ye. Armanca me ya sereke azadkirina Serokatî ye. Divê ku şert û mercên wî bên sererastkirin. Doza Rêbertî doza sedsalan e. Bi taybetî peyama Rêbertî ya 27'ê sibatê bi raya giştî re hatiye parvekirin pêwîstî pê heye ku êdî sererastkirineke qanûnî bê çêkirin. Divê ku şert û mercên wî bên çêkirin ku Rêbertî bikaribe vê pêvajoyê bidomîne. Ji ber ku aktorê sereke yê vê pêvajoyê Rêbertiye. Ji ber wê divê ku pergala Îmraliyê bi temamî bê hilweşandin û Rêbertî fizîkî azad bibe. Ji Împaratoriye Osmaniyan heta niha kurdan ti carî di şer de wenda nekiriye. Pêvajoyên aşitiyan de kurd anîne lîstokan û tasfiye kirine. Niha pratika dewletê ji gotinên wan gelek girîngtirin. Îro dewlet çi bibêje bila bêje ji me ne bi wateye, tişta ku watedar divê ku kirinê de xwedî heman gotin bin. Divê ku gav biaveje ku em ji dilsoziya wan bi bawer bin. Heta niha divê ku gavek bihata avêtin. Lêbelê hê tiştek nehatiye kirin."
'EM XWEDÎ BIRYAR Û HÊZ ÎN'
Şirîşeyî bi lêv kir ku heta ku çalakiya wan digihîje armancê ew ê bidomînin û wiha got: "Gelê kurd bedelên giran dane û her tim rastî xapandina dewletê hatine. Kengî dewlet tengav bibe gav diavêje û piştre dîrokê dubara dike. Ji bo ku ew kirinên wan dubare nebin divê ku wê nêzikatiya xwe ya dilsoz bi kirinên xwe nîşanî gelê kurd bide. Gelê kurd êdî xwedî tecrûbeye. Em weke gelê kurd bi pêşengiya Rêber Apo bi hemû tevgerên we têkoşîn dikin. Ji bo ku di vî welatî de herkes wekhev bije, azad bije em ê töbikoşin. Heta ku em digihijîn armanca xwe em ê li ber xwe bidin. Em xwedî biryar û xwedî hêz in."
'DEM DEMA AZADIYA SEROKÊ ME YE'
Ji çalakvanan Hacer Mijînî jî diyar kir ku Abdullah Ocalan gaveke dîrokî avêtiye lêbele dewletê li dijî vê gavê hê heta niha jî geveke şenber neavêtiye û ev tişt got: "Çalakiya me didome. Heta ku azadiya fizîkî ya Rêbertî çênebe em ê dev ji çalakiya xwe bernadin. Divê ku êdî dewleta tirk jî gavekî biavêje. Dewlet nêçare ku gavekî biavêje. Ev 50'î sal in serokê me aşitiyê dixwaze. Em dixwazin ku gelê kurd rabe ser piyan û li her deveran çalakiyan li dar bixin. Heta ku azadiya fizîkî pêk neyê divê em nesekînin. Ev gava ku serokatî avêtî ji tevahiya dinyayê re bû minak. Ji ber ku ev gava ku hatiye avêtin, gava aşitiyê, biratiyê û mirovahiyê bû. Ji ber wê divê ku ev tecrîtê rabe. Em ê çalakiya xwe bidomînin û heta ku ev tecrîte bi dawî dibe û rêberê me azad dibe em ê tebikoşin. Em li pişt serokê xwe ne û peyama wî ne. Êdî dem dema azadiya fizîkî ya serokê me ye."