AMED - Gelek pirtûkên ji girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Dumluyê re hatine şandin, bi hinceta ku peyvên weke “Kurdistan”, “Gerîla”, “Konfederalîzma demokratîk” û hwd. tê de ne hatin desteserkirin. Girtiyan, li dijî vê rewşê li dadgehê îtîraz kirin.
Serokatiya Lijneya Perwerdeyê ya Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Erziromê tevî biryara desteserkirin û komkirina wan nîne jî gelek pirtûkan asteng dike û nahêle bigihijin ber destê girtiyan. Lijneyê beriya niha jî bi heman awayî gelek pirtûk asteng kiribû.
Li hêla din, gelek pirtûkên ji girtiyan re hatine şandin jî ji hêla lijneyê ve bi heman hincetan hatin astengkirin. Gotinên têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, peyvên “Kurdistan”, “Gerîla”, “Konfederalîzma demokratîk” û çendek peyvên din weke hinceta astengkirinê hatin nîşandan.
PIRTÛKÊN JI GOTINÊN ABDULLAH OCALAN MÎNAK DANE
Pirtûka Umît Kaya ya bi Tirkî “Akıntıya Karşı Yüzmek” ku ji girtî Halît Aydin re hatibû şandin, bi hinceta ku di rûpelê 9’emîn de balê dikişîne ser pirtûka Abdullah Ocalan a “Pirsgirêka Kurd û çareseriya demokratîk”, di rûpela 41’emîn de qala pirtûka Weşanên Komalê dike û dibêje pirtûkeke berhemdar e û weşanxaneya behsa xeberê pirtûkên di lîsteya pirtûkên qedexe de çap dike, dayina pirtûkê hate astengkirin.
Hevpeyvîna bi Mehmet Bayrak re ku kovara “Ozgur Gelecek”ê ya di lîsteya weşanên qedexe de cih digire çap dike, pênaseya tevgera Kurd a ji bo PKK’ê hatiye bikaranîn, peyvên weke “Kurdistana Tirkiyeyê”, “Konfederalîzma demokratîk” û pêşniyarên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd ên di rûpelê 120’emîn de jî weke hinceta astengkirinê hatin nîşandan.
Pirtûka Prens Sureyya Bedirxan a “Doza Kurd û Xoybûn (The Case Of Kurdistan Agoinst)” ku ji girtî Mazlum Aksaç re hatibû şandin jî bi heman hincetan hate astengkirin. Ji bo komkirin û qedexeyê tu biryar nînin lê bi hinceta gotinên “Sûcên li dijî mirovahiyê yên Tirkan ên weke zilm, komkujî, dersînorkirin û hwd. ên li dijî Kurdan ji rêbazên ên din cudatir nebûn...” ên di rûpelê 15’emîn de, rûpelên 59, 60, 61, 62, 63, 64, 65, 66 ku cih daye gundên ji hêla Tirkiyeyê ve hatine şewitandin jî weke hinceta astengkirinê hate nîşandan.
Pirtûka Osman Sebrî ya “Çar Leheng” ku ji heman girtî re hatibû şandin jî nehat dayin. Ji bo ê jî rûpela 9’emîn ku jiyana Osman Sebrî û çawa bûye endamê Xoybûnê vedibêje, hinek îfadeyê di rûpelên 18-20-21’emîn de, gotina “Ji bo Kurdên di rêya serxwebûnê de rahiştine çekan...” a di rûpelê 24’emîn de û cihdayina serhildanên Şêx Seîd û Agiriyê weke hincet hatin nîşandan.
BI HINCETA HEJMARA ISBN’Ê NÎNE ASTENG KIRIN
Pirtûka Îhsan Nûrî Paşa ya “Serhildana Çiyayê Agiriyê” jî nedan Aksaç. Ji bo astgengkirina vê jî hinceta “hejmara ISBN’ê (İnternational Standart Book Number) nîne” hate nîşandan.
Lijneyê, ji bo pirtûka “Dîroka Giştî ya Kurdan” ku ji Ferhat Aksoy re hatibû şandin û tu biryarên komkirin û desteserkirinê nehatine dayin jî got ku di rûpelên 198-199’emîn de tê gotin ku Dewleta Osmanî zext li ser Kurdan kiriye, memûrên Osmanî bi darê zorê ji gundiyên Kurd bac standine, li dijî gel qirkirin û talan kirine, gund şewitandine, gel dîl girtine û lijneyê ev yek weke “îftîra” nirxand. Her wiha vegotina zilma Dewleta Osmanî ya di rûpelên 210, 211, 212, 216, 217, 218, 223’yemîn de, di rûpela 223’yemîn de bi kar anîna peyva “Kurdistanê”, her wiha qalkirina komkujiyên Zîlan, Dêrsim, Agiriyê û şewitandina gundan jî weke hinceta desteserkirina pirtûkê hatin nîşandan.
Pirtûka resman a “Fêmkirina Perspektîfê (Perspektifi Anlamak)” ku ji girtî Zulkuf Acer re hatibû şandin jî tevî biryara komkirin û desteserkirinê nîne jî bi hinceta wêneyê jinan li ser re nehate dayin.
REXNEYA ÎŞKENCE Û LÊPIRSÎNÊ
Pirtûka Firat Can a “Umuda bir ülke” jî nedan girtî Ramazan Kaya. Ji bo vê jî weke hincet hate gotin ku di demên berê de pirtûkeke nivîskar a hatiye qedexekirin heye. Her wiha diyarîkirina pirtûkê ya ji Leyla Gurbuz û Bêrîtan Encu re, vegotina îşkenceya polîsan a di rûpelên 35-48’ê de, gotinên ku gefa tacîz û tecawizê vedibêjin weke hincet hatin nîşandan.
Pirtûka Ayhan Işik a “Kurd û Komar” jî nedan girtî Ramazan Kaya. Sedema vê jî weke bikaranîna peyvên weke “Gerîla”, “Terora dewletê”, “Kurdistan”, “Abdullah Ocalan”, “PKK” û hwd. hate nîşandan.
RÊZIKNAME WEKE HINCET HATE NÎŞANDAN
Lijneya perwerdeyê ji bo astengkirina pirtûkan, xala 12’emîn a “Talîmata Pirtûkxane û Pirtûkgehan” hate nîşandan. Ji bo jêkirina rûpelên behsa xeberê jî hate gotin ku dê wate û yekparetiya pirtûkê xera bike.
Girtiyan, li dijî astengkirinan serî li 1’emîn Dadgeriya Înfazê ya Erziromê û 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Erziromê dan û îtîraz kirin.
MA / Mujdat Can