NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyê nexweş Huseyîn Surgeç ku li Girtîgeha Tekîrdagê tê ragirtin, ji Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin re faks şand. Bi vê boneyê cezayê hucreyê lê hate birîn.
Nivîskar Huseyîn Surgeç ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê tê ragirtin, ji Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin re faks şand. Bi vê boneyê cezayê hucreyê li Surgeç hate birîn. Rêveberiya girtîgehê 11 roj cezayê hucreyê li Surgeç birî. Surgeç, ji ber cezayê hatiye dayin di 10’ê Nîsanê de xistin hucreya yekkesî.
Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Tekîrdagê her tim bi sepanên keyfî di rojevê de ye. Girtîgehê, di heman demê de ji bo 11 rojan hemû mafên ragihandinê yên Surgeç jî asteng kir.
HUSEYÎN SURGEÇ KÎ YE?
Huseyîn Surgeç, di 15’ê Sibata 1999’an de hate girtin. Surgeç ku li DGM’ê hate darizandin, cezayê muebbetê lê hate birîn. Surgeç ku ji ewil li girtîgeha Meletiyê hate ragirtin, piştre li gorî rêzê li girtîgehên Çewlig, Amed, Elbistan û Maltepe ya Stenbolê hate ragirtin. Herî dawî jî 3 meh berê sirgunê Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Tekîrdagê hate kirin. Romatîzmaya gehikan û nexweşiya dil ên Surgeç hene. Di vê pêvajoyê de her wiha spazma dil derbas kir û nexweşiya wî ya rûviyan heye.
Girtiyê nexweş Surgeç 26 sla in girtî ye û di vê pêvajoyê de pirtûkên “Hêsirên Dêrsimê (Dersim’in Gozyaşları” û “Ejma ya Dîn (Deli Ejma)” nivîsand.
Surgeç, salên dirêj bi Veysî Aktaş re li heman girtîgehê mabû.