NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya zêdekirî 400 delgeyan li Parka Azadî ya li bajarê Qamişloyê dest pê kir.
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê li Parka Azadî ya li bajarê Qamişloyê dest pê kir. Ji Rojava, Bakur, Başûr û deverên din ên Sûriyeyê, nûnerên partî û hêzên kurdî û Kurdistanî zêdekirî 400 delge beşdarî konferansê bûn.
Konferans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre dê Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî biaxive. Nameyên ji bo konferansê hatine jî dê werin xwendin.
Ji aliyê berpirsê dosyaya Sûriyeyê di dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê de Dr. Hemîd Derbendî, berdevkê Koalîsyona Navneteweyî Scott Boles, berdevkên Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ve dê axaftin bên kirin.
Piştre dê wesîqeya lihevkirinê ya di navbera hêz û partiyên kurdî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de were xwendin û nîqaş ser were kirin. Piştî nîqaşan dê şeklê dawî were diyarkirin dê were erêkirin. Konferans dê bi encamnameyekê bi dawî bibe.
Bi dehan saziyên ragihandinê yên kurdistanî û biyanî bûyerê dişopînin.