ŞIRNEX - Demekî dirêje li herêma Bestayê ya Şirnexê bi destê cerdevanan dar tên birîn. Bi hatine biharê re birîna daran a li herêmê dîsa dest pê kir.
Salên domdirêj e li çiyayên Cûdî û Gabarê û herêma Bestayê yên Şirnexê di bin kontrola leşkeran û bi destê cerdevanan dar tên birîn. Bi hatina demsala biharê re birîna daran a li herêma Bestayê dîsa dest pê kir.
DARÊN TÊN BIRÎN LI QADEKÊ TÊN KOMKIRIN
Cerdevanên ji Sêgirkê û bajarokê Gundikmelê dibin noqteya Xeribkê Bestê ya herêma Bestayê, darên li herêmê dibirin. Darên tên birîn li traktoran tên barkirin û li qadekê mezin tên komkirin. Birîna daran a li herêmê di bin çavdêriya 2 quleyên leşkerî yên cuda de tên kirin. Di dîmenên me kişandin de darên li qadeke biqasî kîlometreyekê hatine komkirin xuya dikin. Ev dîmen, texrîbat û talana ekolojîk a li herêmê dîsa radixe ber çavan. Darên tên birîn jî darên berûyê ne ku bi sedan sal emrê wan heye. Koçerên li herêma navborî, ji ber birîna daran nikarin pezê xwe biçêrînin.
Cerdevanan, li herêmên Kemaloga, Girêsivê û Kurtaxanê yên herêma Bestayê ku qadeke berfireh e, dest bi birîna daran kirin.
Birîna daran a li herêma Şirnexê ev 4 sal in didome û ji ber talana ekolojîk, ji sedî 8’ê daristanên Şirnexê kêm bûne. Li Çiyayê Gabarê di bin navê petrolê û li Çiyayê Cûdî jî di bin navê lêgerîna madenan de texrîbateke mezin a ekolojîk tê kirin.
MA / Zeynep Durgut