WAN - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar li Wanê axivî û diyar kir ku bêyî karkeran civaka demokratîk nayê avakirin û got: “Dema wê ye ku em deng û têkoşîna xwe bikin yek û welatekî demokratîk ava bikin.”
1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran li Wanê bi pêşengtiya KESK, Sendîkaya Genel-Îşê ya girêdayî DÎSK’ê, Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê, Şaxa Odeya Bijîşkên Diranan a Wanê ÎKK’a TMMOB’ê ya Wanê tê pîrozkirin. Mitîng, li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter tê lidarxistin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di mitîngê de axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçar, diyar kir ku yek ji welatên herî zêde kedxwarî lê tê kirin jî Tirkiye ye û wiha got: “Mirov li vir birçîtiyeke mezin dijîn. Li welatekê sînorê birçîtiy3e 24 hezar lîre û sînorê xizaniyê 78 hezar lîre, welatî mehkûmî 22 hezar lîreyan hatine kirin. Ji ber ku aboriya vî welatî ji bo şer û ewlehiyê tê xerckirin. Sedema ewqas krîzan, polîtîkayên şer in. Polîtîkayên şer û ewlehiyê bandorê li tevahiya jiyana me dikin. Welatiyên hilberînê dikin nikarin li vî welatî berhemên xwe bifiroşin. Aboriya vî welatî bi pîşesaziya parastinê xwe li ser pêyan digire. Bi vê pîşesaziyê re tenê zikê çendek kesên li cem AKP’ê têr dibe. Dîroka mirovahiyê, dîroka kedê ye. Divê ev keda ku berhema jin û ciwanan e, li her derê xwedî gotin be. Me tişta pergala kapîtalîst hêjayî gelên bindest dibîne tu caran qebûl nakin. Bi hezaran kesan ji bo vê bedena xwe feda kirin. Jiyaneke mirovane û pêkvejiyana gelan pêkan e. Her roj li Tirkiye û Kurdistanê 4 karker jiyana xwe ji dest didin. Ji bo pêşîgirtina vê, divê em bi hev re têkoşîna aştî û demokrasiyê bidomînin.”
‘BANGA OCALAN JI HER KESÎ RE YE’
Çîgdem Kiliçgun Uçar, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Banga birêz Ocalan ji bo gelan, kedkaran, jinan û ciwanan e. Em baş dizanin ku dikare vî şerî bide sekinandin û bi dawî bike. Demek berê dema em dihatin ber kortejê, destûr nehat dayin ciwan pankarta ku wêneyê birêz Ocalan li ser bû hilgirin. Gelo heke hûn tehemîla wêneyê birêz Ocalan nekin, hûn ê çawa biaxivin û em ê çawa aştiyê bikin? Her çend hûn destûrê nedin pankart têkeve qadê jî têkoşîna birêz Ocalan her tim di dilê gel de ye û dê her hebe. Têkoşîna hevpar a ji bo pêkvejiyanê ya gelê Kurd, dema bi têkoşîna kedkaran re bû yek, tu kes dê nekare xwe li pêşiya wê bigire. Em destûrê nedin kesên hewl didin mafên me yên jiyan û pêşerojê ji dest me bigirin. Rizgariya karker û kedkaran, girêdayî rizgariya gelê Kurd e. Heta karker û kedkar nebin, civakeke demokratîk jî nabe. Niha dema wê ye ku em deng û têkoşîna xwe bikin yek û welatekî demokratîk ava bikin. Ez, 1’ê Gulanê li birêz Ocalan û hevalên wî ku mezintirîn keda ji bo aştiyê wan da ye, pîroz dikim.”
Piştî axaftinê, hunermend Arhat derket ser dikê û mitîng bi dawî bû.