ENQERE - Nîgar Yaqupluyê diyar kir ku bavê wê bi hincetên siyasî li Azerbeycanê hatiye girtin û 9 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û wiha got: "Ji ber vê sedemê bavê min 36 roj in di greva birçîbûnê de ye û ger neyê berdan wê çalakiya xwe bidomîne."
Tofîg Yaqublu yek ji kesayetên navdar ên muxalefetê li Azerbaycanê, piştî ku di Kanûna 2023'yan de ji ber sedemên siyasî hatibû binçavkirin, hatibû girtin. Yaqubluyê ku di doza ku lê dihat darizandin de 9 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn û li Girtîgeha Umbakiyê tê girtin. Tofîg Yaqublu ku ji wê rojê û vir ve di girtîgehê de ye, bi nameyek vekirî ji raya giştî re ragihand ku wî ji 1'ê Nîsana 2025'an ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Yaquplu da zanîn ku ew ancax di berdêla azadiya xwe de dikare dest ji greva birçîbûnê berde.
'AVÊ VENAXWE'
Keça Tofîg Yaqublu Nîgar Yaqubluyê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya bavê xwe axivî.
Nîgar Yaqubluyê anî ziman ku zextên li girtîgehê ne tenê fizîkî, derûnî ne jî û got: "Bavê min li Azerbeycanê pêşengê muxalefetê ye. Heta niha 4 caran hatiye girtin. Dadgehê 9 sal cezayê girtîgehê li Tofîg Yagublu birî. Bavê min ji 1'ê Nîsana 2025'an û vir ve li dijî vê di greva birçîbûnê de ye. Dixwaze azad be û lê tevî hemû belgeyan jî cezayê girtîgehê lê birîn. Îro 36’emîn roja greva birçîbûnê ye.”
REWŞA WÎ XIRAB E
Nîgar Yaqubluyê diyar kir ku rewşa bavê wê her diçe giran dibe û dikeve qonaxeke krîtîk û wiha got: "Êdî nahêlin bijiîşk wî muayene bike. Hefteyek e dibêjin 'Em ê destûrê bidin' lê heta niha destûr nehatiye dayîn ku muayeneyê bike. Ji hefteya borî ve jî me nekarî mafê xwe yê telefonê bi kar bîne. Li ser vê ez çûm girtîgehê cem wî. Dengê wî gelekî xerab bû. Bêhal bû. Avê venaxwe. Dibêje av vexwarin jî wekî îşkenceyê ye. Divê biçe ser bijîşk."
Nîgar Yaqubluyê bilêv kir ku bavê wê bi şertekî wê dest ji greva birçûbûnê berde, ew jî azadiya wî ue.