* Hîkmet Duman ê DBP’î ku li Şirnexê mal bi mal digere û “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan vedibêje, got: “Em mal bi mal, gund bi gund digerin û aştiyê vedibêjin.”
* Tevî biryara agirbestê ya PKK’ê jî ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate ragihandin, Tirkiyeyê heta niha 23 hezar û 369 caran êrişî Herêma Federe ya Kurdistanê kir.
* Serlêdana girtiyê bi navê Îbrahîm Tekîn ê ku 30 sal in di girtîgehê de ye û ferzkirina "poşmaniyê"ê qebûl nekir, 11 mehan taloq kirin. Rêzan Tekîn anî ziman ku bavê wî jê re gotiye: "Ez bimirim jî ez vê ferzkirinê qebûl nakim."
* Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît got: "Soza me ya ji bo Sirri Sureyya Onder ew e ku em aştiyeke birûmet bînin vê xakê. Erka me ye ku em alaya wî di asta herî jor de bilind bikin."
* Dilxwaza Weqfa Stargeha Jinê ya Mor Çatiyê Kubra Karagozê diyar kir ku divê dewlet guh bide dengê jinan û got: "Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berpirsyarî rabin."
* Hunermenda şanoyê Şîrîn Alma ya ku beşdarî mihrîcana şanoyê ya Amedê bû, piştî 33 salên sirgûnê got: "Çawa ku em yekitiya gelê Kurd dixwazin, ger em karibin yekitiya hemû hunermendan pêk bînin, wê şanoya Kurdî jî bibe asoya gelê Kurd."
* Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyê daxwaza herî mezin a Onder bûye û got: "Divê em aştiyê pêk bînin."
* Danişîna doza rojnameger Ahmet Guneş ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, dê li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (10.05)
* Civîna lansmanê ya Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê ku dê DTSO û Fuarvaniya ATÎS’ê di navbera 18-21’ê Îlonê de li dar bixe, dê li Navenda Gastronomiyê bê lidarxistin. (10.00)
* Cîgirê midûr Burak Ercan li Cizîrê ji ber tacîza li dijî 43 zarokan dihat darizandin û cezayê wî hatibû betalkirin. Şaxa Egîtîm Senê ya Şirnexê dê betalkirina cezayê Ercan bi meşekê protesto bike. (17.00)
* Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî dê li Taxa Bostanîçî ya Wanê bi pêşengtiya KURDÎGEH’ê şahî bê lidarxistin. (17.00)