Xizmên girtiyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan

  • rojane
  • 09:07 10 Gulan 2025
  • |
ÎZMÎR - Ji ber ku rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan her ku diçe xirabtir dibe, xizmên girtiyên nexweş Şukriye Yanîk û Abîde Bayramê diyar kirin ku yek ji pêdiviyên aştiyê berdana girtiyên nexweş e.
 
Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bi mehane geşedanên girîng diqewimin. Banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê li gelek cihan deng veda û li gel vê dewletê hê gavên berbiçav neavêtine. Bi geşedanan re gelek kom bang dikin ku gavên berbiçav bên avêtin. Yek ji pêngavên bingehîn ên ku tê payîn bê avêtin berdana girtiyên nexweş e. Xizmên girtiyên nexweş jî di vê çarçoveyê de daxwazên xwe tînin ziman. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehan hezar û 412 girtiyên nexweş hene ku 335 jê nexweşiya wan giran e. 
 
Em bi malbatên girtiyên nexweş Enver Yanik û Siya Çinar re li ser daxwazên wan ên ji bo berdana girtiyên nexweş axivîn.
 
Enver Yanîk ku ji Cotmeha 2024'an û vir ve li Girtîgeha Kiriklar a Buca ya Îzmîrê girtî ye, gelek nexweşiyên wî yên giran hene. Yanik bi îdiaya "Xerakirina yekitiya dewletê" cezayê muebbetê yê giran xwariye. Enver Yanik di sala 2005'an de hat girtin û di 2010'an de hat berdan. Lê belê piştî ku Dadgeha Bilind cezayê wî pejirand, di 7'ê Cotmeha 2024'an de careke din hat girtin. Yanik ê ku di sala 1996'an de cara ewil li Girtîgeha Ulucanlarê ketibû greva birçîbûnê ya 69 rojî, bi nexweşiya Wernicofkeorsê ketibû. Yanik di sala 1999'an de di encama êrişên li girtîgehê de bi giranî birîndar bûbû û piştî emeliyatên cuda, ji ber parçebûna hestiyê li jora desta wî ya rastê 8 platîn hatin bicihkirin. Yanik ê ku di êrişa 19'ê Kanûna 2000'î de li Sîncanê avêtin hucreya yek kesî û dermankirina pêwîst jê re nehat dayîn û ji ber vê yekê Yanik hê jî êşa nexweşînê dikişîne. 
 
Şukriye Yanîkê diyar kir ku ji ber greva birçîbûnê gelek pirsgirêkên tenduristiyê yên hevserê wê hene û got: "Pirsgirêkên hafizeyê hebûn, gelek bûyerên rojane nedihatin bîra wî. Di meşa wî de pirsgirêk hebû. Berê li Girtîgeha Ulucanlarê mabû. Li wir rastî Komkujiya Ulucanlarê hat. Di vê qetlîamê de bi giranî birîndar bûbû û gotibûn miriye. Gelek gule xwarin û gelek derb ji serê xwe xwarin. Ji ber vê laşê wî texrîb dibe. Hê jî di laşê wî de du gule hene. Ji ber derbeyên ji serê xwe xwarin, bi nexweşîna Hîdrosefaliyê ketiye. Rojê sê çar caran ji ser hişê xwe diçe." 
 
'EM DIXWAZIN BÊ BERDAN'
 
Şukriye Yanikê bi bîr xist ku Yanik di Cotmeha 2024'an de piştî lêpirsîna di sala 2003'an de der barê wî de hatibû vekirin, hat girtin û bal kişand ser wê yekê ku hevserê wê Yanik bi awayekî adil nehatiye darizandin. Şukriye Yanik a ji bo hevserê xwe Yanik daxwaza darizandina adil kir û got: "Bêyî delîl cezayekeî giran lê hat birîn. Ji ber îfadeyên kesekî poşman bûye hat girtin. Ji ber vê cezayê muebeda girna li hevjînê min birîn. Em dixwazin Enver ji ber ku girtiyekî nexweş e û ji bo bi awayekî adil bê darizandin, bê berdan. Êdî divê dewlet gavekê bavêje. Jiyana mirovan li holê ye û divê mijara ewil girtiyên nexweş be. Demildest divê gav bên avêtin." 
 
'TENDURISTIYA WÎ XIRAB DIBE'
 
Rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Siya Çinar ê di sala 2008'an de hat girtin û li Girtîgeha Şakranê ya Alîaga girtiye, , roj bi roj xerabtir dibe. Çinar bi îdiaya "Xerakirina yekitiya dewletê" cezayê muebetê lê hatiye birîn. Helbestkar û nivîskar Çinarê ku nivîskarê berhemên "Lilavlar Akacak", "Karanfil", "Ladin" û "Siya'nın Güncesi" ye, di stûyê wî de girêkek, fitiq, mîgren, tansiyon û nexweşîna guhan heye. 
 
Xaltîk Abîde Bayram, anî ziman ku rewşa tenduristiyê ya Çinar nebaş e û wiha got: "Bijîşkan du caran perçeyek ji zikê wî derxistin lê gotin fêm nakin çi ye. Herî dawî me di serê meha Gulanê de Siya dît. Ew gelekî jar bû. Wî got ku dema ew birine nexweşxaneyê bi saetan ew di wesayîtê de di bin tavê de hiştine û paşê birin. Xwarinê naxwe, destên wî dibin wekî qeşayê."
 
Abîde Bayram a aştiyê dixwaze got: "Em destê xwe dirêj dikin û dibêjin bila dayikên leşker û gerîlayan negirîn. Ew dibêjin şer. Em aştî, edalet û yekîtiyê dixwazin. Girtiyên nexweş divê bên berdan. Gelek nexweş hene, hinek jî bi penceşêrê ketine. Ne tenê Siya, divê hemû girtiyên nexweş bên berdan."
 
MA / Ugurcan Boztaş 
 

Sernavên din

15:15 Şaredarên CHP’î serdana şîna Onder kirin
15:08 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
14:00 Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta Halîl û Kasim Aksoy pirsin: Bila Erdogan li ser soza xwe be
13:29 Li Şirnexê starta 15'ê Gulanê
13:03 Kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
12:41 Konferansa 'Manifestoya Gîronayê': Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî
11:19 Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe bû dengê gel
10:21 Li Amedê Înîsyatîfa Yekîtiyê hat avakirin
10:19 Rageşiya di navbera Pakistan-Hindistanê de zede bû: Balafirgeh hedef hatin girtin
09:23 Li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de qirkirina daristanê
09:07 Xizmên girtiyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2025'AN
09/05/2025
18:46 Meclisa Kirmanckî tê îlankirin
16:53 Leyla Zana: Erkên nû li ber me hemûyan hene
16:22 Tulay Hatîmogullari: Dema avakirina bingeheke demokratîk û zagonî hatiye
16:02 DEM Partiyê têkildarî ‘kongreyê’ daxuyanî da: Qonaxeke dîrokî ye
15:53 Pervîn Bûldan: Kongreyeke dîrokî ye, bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
14:32 Li Amedê 7 xwendekar hatin binçavkirin
14:30 Gelek kes çûn serdana şîna Onder a li Semsûrê
13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Ji bo girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê divê pêvajoya reformê bê destpêkirin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçeran dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN