NAVENDA NÛÇEYAN - 1’emîn Kongreya NADA’yê ku bi beşdariya delegeyên ji parçeyên Kurdistanê û welatên Rojhilata Navîn tê lidarxistin, dest pê kir.
Koalîsyona Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA) 1’emîn Kongreya xwe li hotêlekê li Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê li dar dixe. Jinên ji Rojhilata Navîn, Kurdistan, Tirkiye, Bakurê Efrîqayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelek welatên din beşdarî kongreyê bûn û jin bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî kongreyê bûn.
Di kongreya sê rojî de gelek jin wê wekî axaftvan amade bin, Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Jineolojî jî wê gotaran pêşkêş bikin.
Kongre dê sê rojan bidome. Di roja yekemîn de dê di rûniştina bi sernavê "Şerê Cîhanê yê 3’an şerekî jinankujiyê yê neragihandî ye" de mijarên "Qonaxên Şerê Cîhanê yê 3’yan li Rojhilata Navîn", "Modela dewleta neteweyî wekî amûrek serdestiya baviksalar li ser jinan û nebûna demokrasiyê", "Laşê jinê ku di bilindbûna Îslama siyasî de wekî amûrek tê bikaranîn", "Sîstema baviksalar bi qanûnê jinankujiyê rewa dike" û "Têkoşîna jinan li dijî wêrankirina ekolojîk a sîstema kapîtalîst a cîhanî" bên nîqaşkirin.
Konferans bi axaftinan berdewam dike.