WAN – Ketina Vanspor a Lîga 1’emîn li bajêr bi coş hate pîrozkirin
Vanspor a ku li Trendyol Lîga 1’emîn de lîst, di fînala play-offê de Batman Petrolspor têk bir û kete Lîga 1’emîn. Serketina Vansporê li bajarê Wanê bi coşeke mezin hate pêşvazîkirin. Piştî lîstikê, li hemû kolanên bajêr pîrozbahî hatin lidarxistin. Bi hezaran alîgir bi dirûşmeyên “Va alîgir, va şampiyon” ve di nava kolanan de meşiyan. Bi hezaran kes li kolanên bajêr gîhaştin hev û heta derengiya şevê dîlan girtin. Di pîrozbahiyê de alên Vanspor, Batman Petrol Spor û Amedsporê hatin hilgirtin.