NAVENDA NÛÇEYAN - Heyetên Rûsya û Ûkraynayê, ji bo hevdîtinên aştiyê cara 3'emîn li Stenbolê dicivin.
Heyetên Rûsya û Ûkraynayê, ji bo hevdîtinên aştiyê cara 3'emîn li Stenbolê tên cem hev. Civîna ku tê plankirin saet di 13:00 de li Qesra Çiraganê pêk were, wê şêwirmendê Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn ê nûnerê heyeta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn amade be û Wezîrê Parastinê Rustem Ûmerov jî wê nûnertiya delegasyona Ûkraynayê bike.
Beriya danûstandinan bi rojekê, roja 1'ê Hezîranê, Daîreya Ewlekariyê ya Ûkraynayê (SBU) dabû zanîn ku bi balafirên bê mirov ên bi çek re li zêdeyî 40 balafirên şer ên li balafirgehên leşkerî yên Rûsyayê bi cih bûne xistine. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî êrîş piştrast kir û diyar kir ku ti windahiyên wan çênebûne.
DAXWAZ ÇI NE?
Li gor nûçeyeke Reutersê vê şanda Ukraynayê nexşerêya xwe ya bo aştiyek mayinde pêşkêşî şanda Rûsyeyê bike Tê diyarkirin ku Ukrayna dixwaze hemû herêmên ku Rûsya ev sê sal in dagir kiriye û qirim jî di nav de ye û di sala 2014'an de ji aliyê Rûsyayê ve hatiye îxrackirin, ji nû ve bi dest bixin. Di heman demê de ji Yekîtiya Ewropa (YE) û NATO'yê garantiya ewlekariyê dixwaze.
Rûsya daxwaz dike ku li Kirimê û herêma Donbass a Ûkraynayê bimîne û cezayên ku ji aliyê welatên rojavayî ve hatine ferzkirin bên rakirin û her wiha Ukrayna jî tevlî NATO'yê nebe.
Di hevdîtina 16'ê Gulanê de têkildarî agirbestê ti pêşketin pêk nehat, lê di mijara pevguhertina girtiyan de lihevkirinek pêk hat û di dawiya meha Gulanê de ji her alî ve pevguhertineke ku hezar kes tevlî bûn pêk hat.