STENBOL - Endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Eda Kalafat û endamê YDG'ê Metîn Ozken ên ji ber bîranîna pêşengên şoreşger hatin girtin, hatin berdan.
Di 18ê Gulanê de li Kadikoya Stenbolê di dema çalakiya bîranîna Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer û kesên din de polîsan êrîşî xwepêşandanê kiribû û di encamê de 19 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin endama Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Eda Kalafat û endamê Ciwanên Demokratîk ên Nû (YDG) Metîn Ozken bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirine" hatin girtin. Dadgeha Cezayê Giran a 22'emîn a Stenbolê biryara serbestberdana Eda Kalafat û Metîn Ozken da.
Rûniştin taloqî 6 'ê Mijdarê hat kirin.