NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ, ji bo tespîtkirina nasnameyên 19 jinên Êzidî yên di sala 2016’an de ji hêla DAIŞ’ê ve hatin şewitandin û ji bo ev hovîtî weke qirkirina jinan were naskirin serî li NY û Bexdayê da.
Komîteya Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo 19 jinên Êzidî ku di sala 2016’an de li Mûsilê ji hêla DAIŞ’ê ve hatin şewitandin, ji Endama Rêveber a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Jinan Sîma Bahous, Ofîsa Têkiliyên Jinan a NY’ê ya Cinevê, Serokomarê Iraqê Abdullatîf Reşîd, Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres, Sekreterê Giştî yê Encûmena Wezîrên Iraqê Dr. Hamid Naeem Al-Ghazi û Rêveberê Giştî yê Daîreya Karûbarên Gorên Komî û Kesên Winda û Parastina wan Diaa Karim Taama re name şand.
ÇARENÛSA JINAN NAYÊ ZANÎN
TAJÊ, di nameya xwe de bal kişand ser şewitandina 19 jinên Êzidî û got: “Fermana 74’an a 3’yê Tebaxa 2014’an bi destên çeteyên DAIŞ’ê li ser civaka Êzidi li Şengalê pêk hat. Bi hezaran Êzidî ji cih û warên xwe koçber bûn, hatin kuştin û dîlgirtin. Di vê fermana mezin û giran de qurbaniyên herî zêde jin û zarok bûn. Çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran keç û jinên Êzidî revandin, li bazarên bajarê Mûsil û Reqayê firotin, tecawiz kirin û qetil kirin. Mirovên Êzidî yên ku dîl hatin girtin bi zorê ji baweriya wan a Êzidayetiyê dûr xistin û ola Îslamiyetê li ser wan ferz kirin. Heya niha çarenûsa bi hezaran jin, zarok û mirovên Êzidî yên di destên çeteyên DAIŞ’ê de nediyar e.
Di Hezîrana sala 2016’an de, di meha Remezanê de çeteyên DAIŞ’ê 19 jinên Êzidî ji ber ku dev ji baweriya xwe ya Êzidayetiyê bernedan, jiyana kole ya cariyeyan red kirin û qebûl nekirin rojiyê bigrin, bi hovane qetil kirin. Çeteyên DAIŞ’ê destpêkê ew li kolanên Mûsilê gerandin, piştre bi sedan kesên sivîl kom kirin û di qefesên hesinî de ew zindî şewitandin. Di Hezîrana sala 2016’an de ev komkujî ji aliyê zêdetirî 10 dezgehên ragihandinê Rojhilata Navîn ên Erebî û cîhanî ve hat piştrastkirin. Her wiha şahidên vê komkujiyê jî hene.”
BÊDENGIYA CÎHANÊ
Di nameyê de hat destnîşankirin ku heya niha hikûmeta Iraqê, saziyên mafên mirovan, saziyên jinan û civaka navneteweyî li hemberî vê hovîtiyê di nava bêdengiyê de ne û wiha hate gotin: “Ev komkujiya hovane ya li tu devera cîhanê nehatiya dîtin, ji dinyayê re nîşan da ku DAIŞ rêxistineke herî hov û barbar a vê sedsalê ye. Ev kiryarên DAIŞ’ê heya dawî derexlaqî û bêwijdanî ne, li derveyî zagonan e. Heta niha nasnameya 19 jinên Êzidî nehatiye aşkerakirin û tu lêkolîn li ser wan nehatine kirin. Heta vê kêliyê hikûmeta Iraqê, saziyên mafên mirovan, saziyên jinan her wiha civaka navneteweyî di nava bêdengiyek de ne û lêkolînek nehatiye kirin.”
DAXWAZÊN TAJÊ
Di dawiya nameyê de TAJÊ ev daxwaz ji sazî û dezgehên Iraqê û navneteweyî kir: “Ji bo ev komkujiya giran a şewitandina 19 jinên Êzidi li Mûsilê bê hesap û veşartî nemîne divê têkoşîna edalet û demokrasiyê bilindtir bibe. Em dixwazin ku ji bo nasnameyên 19 jinên Êzidî bên zelalkirin û aşkerakirin divê lêkolîn bê kirin. Her wiha em dixwazin ev Komkujî weke qirkirina jinan (feminicid) were nasîn.”