NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê, lîderên Fransa, Almanya, Ingilistan û Almanyayê li ser telefonê hevdîtin kirin.
Îsraîlê li dijî Îranê êrişên berfireh da destpêkirin. Di êrişan de santralên nukleer jî di nav de gelek baregehên leşkerî hedef hatin girtin û fermandarên payebilind ên Îranê hatin kuştin.
Berdevkê hikûmeta Alman ji Reuters'ê re axivî û ragihand ku lîderên Fransa, Ingilistan û Almanyayê têkildarî rewşa li Îranê li ser telefonê hevdîtinê dikin.
Li gorî agahiyên du çavkaniyên herêmî dane Reutersê; di êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê de Fermandarê Hêzên Hewayî-Fezayê yê Muhafizên Şoreşê Emîr Alî Hacizade jî di nav de herî kêm 20 fermandarên payebilind ên Îranê hatine kuştin.
GELEK WELATAN QADA HEWAYÎ GIRTIN
Sûriye, Urdun, Iraq û çendek welatên din ên li herêmê jî qada xwe ya hewayî girtin. Sûriyeyê, piştî êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê, ragihand ku ji saet 15.00’ê ve qada xwe ya hewayî girtiye.