ÎZMÎR - Fehîme Poyraz ku keça wê Denîz Poyraz 4 sal berê li Îzmîrê hatibû qetilkirin, got: “Min şehîdek da, min Denîzek da. Lê niha dê bi hezaran Denîz bên dinyayê.”
Di êrişa 17’ê Hezîrana 2021’ê ya li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de Denîz Poyraz hate qetilkirin. Bi ser qetilkirina Denîz Poyrazê re 4 sal derbas bûn. Darizandin 7 danişînan domiya û hemû daxwazên malbat û parêzeran ên ji bo dîtina kesên li pişt faîl Onur Gencer hatin redkirin. Di dawiya darizandinê de bi sûcên “Bi plankirî û qesdî kuştiye” cezayê muebbeta girankirî, ji ber sûcê “Zirar daye avahî” 4 sal, ji ber sûcê “Binpêkirina parêzbendiya avahî” 2 sal û ji ber “bêyî destûrê çek li ser xwe gerandiye” jî 3 sal cezayê hefsê dan kujer Gencer. Bi ser re 4 sal derbas bûn û hêj jî malbat li pey edaletê ye.
Dayikên û bavê Denîz Poyrazê, Fehîme Poyraz û Abdullîllah Poyraz bi boneya 4’emîn salvegera qetilkirina keça xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn û gotin ku kujer tenê yek kes nîne û xwestin kesên li pişt cînayetê bên girtin.
Fehîme Poyrazê diyar kir ku gelek xeyalên keça wê hebûn û got: “Têkoşîna Denîzê bandor li her kesî kir. Heke ne wisa bûya gel ranedikir ser pêyan. Gel jî ji wê hez dikir. Tu caran dilê hevalekî/a xwe nehişt, ji her kesî hez dikir. Me çi bikira jî dikeniya. Tu caran nîşan nedida ku dilê wê şikestiye. Me gelek ji wê hez dikir. Dê bibêjî qey tenê ew zarokan min heye. Pir dilsoza me û gelê xwe bû lewma me gelek jê hez dikir. Em wê ji bîr nakin. Em dizanin ku ew şehîd e. Bi rastî jî dema Denîz şehîd bûyî min got; ‘Min şehîdek da, min Denîzek da lê dê bi hezaran Denîz bên dinyayê.’ Hevalên Denîzê navê Denîzê li zarokên xwe kirine.”
'MIN SOZ DA Û NEGIRIYAM’
Fehîme Poyrazê got ku beriya qetilkirina keça xwe diltengiyek tê de çêbûye û got: “Hat û ji min re got; ‘Tu çima wisa yî? Were ez te bibim nexwşxaneyê.’ Min got, ‘na.’ Qehweyek çêkir, me vexwar. Heta saet 2’yan li şaneşînê ma. Ez razam û dema serê sibehê derketî min ew nedît. Piştre telefon ji me re hat. Gotin; ‘Hûn çi dikin, çi nakin?’ Piştre jî ji Mêrdînê, Edeneyê, Omeryayê û her derê ji me re telefon hatin. Televîzyonekê digot; ‘Di avahiyê de Denîz Poyraz hate qetilkirin.’ Ez matmayî bûbûm. Dengek ji min derket, hey xwedê dizane. Min jî soz da û got ‘Ez jî dê mîna hemû dayikan negirîm.’ Ez ne giriyam. Bi rastî jî min soz da Serokê xwe û negiriyam. Min serê xwe bilind kir. Min got ‘xweziyê min.’ Min gelek xwest biçim û keça xwe bibînim lê destûr nedan. Rojeke zehmet bû. Heta niha jî mîna hev e. Mirov ji bîr nake. Mirov şehîdê xwe tu caran ji bîr nake. Divê ji bîr neke.”
'EM AŞTIYÊ DIXWAZIN’
Bi domdarî Fehîme Poyraz anî ziman ku ew bi xwe jî di xebatên têkoşînê de cih digire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema Denîz hatî qetilkirin, qelebalixiya li pêşiya avahiya partiyê cisaret da min. Divê em têbikoşin. Ez ji hemû dayikan re dibêjim; divê mirov li pey zarokên xwe têbikoşe. Ma ev xwîn dê heta kengî birijê? Em aştiyê dixwazin. Em naxwaz şer hebe. Xwe nadin ber aştiyê. Bila girtîgeh vala bibin, hemû girtiyên nexweş derkevin. Bila Serokê me derkeve. Banga min ji bo dayikan e; dayikên leşker û gerîlayan bila bi destên hev bigirin, bila xwîn nerije. Ji ber ku ew jî dayik in û kezeba wan jî dişewite. Ez dayik û bavên şehîdan silav dikim, bejna xwe li ber wan ditewînim. Dixwazim dayik û bav bibin yek. Ev, derdekî giran e. Denîz ne tenê keça min bû, Denîza tevahiya gelê Kurd e. Em şehîdên xwe ji bîr nakin.”
'KUJER NE TENÊ ONUR GENCER E’
Bav Abdulîllah Poyraz jî diyar kir ku darizandina têkildarî cînayetê adilane nîne û ev tişt anî ziman: “Kujer ne tenê Onur Gencer e. Em dixwazin kesên alîkarî dane kujer jî bên darizandin. Lê darizandineke wiha çênebû. Heta kujer gef li dadger jî xwar. Carnan li pişt xwe dizivirî û gef li me dixwar. Anku ji dadgehê edalet derneket. Denîz, ji biçûktiya xwe heta niha di nava xebatan de bû. Bi hûr û kûr xebatên xwe didomand. Kengî bihata malê gelek keyfxweş bû. Her tim ji me re digot; ‘Ji hev hez bikin, bibin yek.’ Her roj xatir ji me dixwest û diçû saziyê. Dema bi şev vedigeriya malê jî digot; ‘Bavo em îro çûn xebatan.’ Carnan min jê re digot; ‘Denîz ma tu na westî?’ Ji min re digot; ‘Na bavo, tu çima wiha dibêjî? Heke rojekê ez werim bibêjim ku westiya me, wê demê divê tu ji min re bibêjî hewceye tu xebatên xwe bidomînî.’ Hemû hevalên li cem wê jî pir bi moral û keyfxweş bûn. Me tu caran jê nebihîst ku bibêje bi hevalên xwe re pirsgirêk jiyaye an jî ew şikandibin.”
ZEXTÊN SER MALBATÊ
Poyraz, da zanîn ku li ser wan zext tên kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Dema Denîz şehîd bûy, zext li ser me hatin kirin. Dema diçûm kar gelek caran pêşiya min girtin. Ji min re gotin ‘Tu derketiyî televîzyonê, me tu dîtî tu axivî yî.’ Zext berdewam kirin, heta me mala xwe jî guherand. Lê dihatin ber deriyê malê. Me malên wan li ber deriyê malê didît. Li rexê Basmanê du sivîl hatin cem me, yekî ji wan ji min re got ‘Ez ulkucu me.’ Mehek piştî vê bûyerê ez çûm firinê û polîsan ji min nasname xwestin. Ev zext hêj berdewam in. Dema di rojên rojbûn û wefatê de em diçin ser gora wê jî polîs û cendirme li pey me tên. Dema diçim dibînim ku wesayîtên sivîl ên polîsan li wir in. Cîranên min mehek berê gotin ku li ber deriyê malê wesayîtên polîsan hene.”
MA / Ugurcan Boztaş