AGIRÎ - Sema Yuce ku li dijî zextên ser gelê Kurd di sala 1998’an de xwe şewitandibû, di 27’emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.
Sema Yuce ku di 21’ê Adara 1998’an de li Girtîgeha Çanakkeleyê ji bo protestokirina zextên li ser gelê Kurd xwe şewitandibû û di 17’ê Hezîranê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû, di salvegera 27’emîn a wefata xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. Bîranîn, li ser gora Sema Yuceyê ya li goristana gundê Qerxelixa Jorê ya navçeya Dutax a Agiriyê hat lidarxistin. Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên bajar û navçeyan, malbat û gelek kes tev li bûn.
‘YEK JI LEHENGÊN SERDEMA XWE BÛ’
Girse, ji ewil çû serdana dayika Sema Yuceyê Zennûre Yuceyê. Piştre jî çûn goristana gund û serdana gora Sema Yuceyê. Zennûre Yuce ji ber nexweşiyên xwe nekarî beşdarî merasîma bîranînê bibe. Birayê Sema Yuceyê Fecrî Yuce di bîranînê de axaftineke kin kir û got: “Têkoşîna azadî û wekheviyê bi sala ye didome. Qonaxên pir girîng derbas kir. Her demê pêşengên xwe, lehengên xwe afirand. Heval Sema jî yek ji lehengên serdema xwe bû.”
Yuce, da zanîn ku Sema Yuce di fikriyata “Jin, Jiyan, Azadî” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de xwedî cihekî girîng e û got: “Hevala Sema, barekî giran ê têkoşînê xist ser milê malbatê û hevrêyên xwe. Bi boneya 27’emîn salvegera şehadeta hevala Semayê, em hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin.”
Piştî axaftinan, ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dua hatin kirin.