WAN - Demên borî ji ber bazirganiya li ser sînor yek ji navçeyên herî dewlemend ên Kurdistanê Elbak bû û ji ber qedexe û bêkariyê her sal welatî koç dikin.
Navçeya Elbakê ya Wanê ku demên borî ji navçeyên herî dewlemend ên Kurdistanê bû û bi qedexekirina bazirganiya sînor bêkarî zêde dibe û welatî koç dikin. Nifûsa navçeyê ku sala 2015'an 54 hezar bû, heta sala 2025'an daketiye binê 41 hezarî. Bi giştî her sal nêzî 2 hezar kes ji ber bêkariyê koçber dibin. Di sala 2014'an de ciwanan ji sedî 70'ê nifûsê pêk anîn, di salên dawî de ev rêje daketiye binê ji sedî 30'î. Li navçeyeke ku derfetên kar bi dikanên biçûk re sînordar e, hejmara jinên karker hema hema qet nîne.
Şêniyên Elbakê diyar dikin ku sedema sereke ya koçberiyê bêkarî ye.
'KAR HEBE KES KOÇ NAKE'
Kadîr Karagoz da zanîn ku kêmbûna nifûsa ciwanan jî dawî li çandinî û xwedîkirina heywanan a li Elbakê aniye û got, "Piraniya ciwanan ji ber bêkariyê diçin metropolan. Eger derfetên kar hebûya, kesî koç nedikir. Elbak ji cihên din cudatir çi ye? Divê ev der bên destekkirin û derfetên kar bên peydakirin."
Umît Ayhan diyar kir ku sedema bingehîn a koçberiyê bêkarî ye û got, "Weke ciwanekî roja min vala derbas dibe, em bi tenê derdorê digerin. Roja me li kafeyan derbas dibe. Ji bilî vê ti tiştek me nîne. Ji ber vê yekê nifûsa ciwanan kêm dibe."
'TENÊ PÎR MAN'
Meran Nevrozoglu jî wiha axivî: "3 kurên min hene, û ji sibehê heta êvarê an radizên an jî digerin. Pereyê cixareyê jî nikarin qezenc bikin. Kurekî min li Stenbolê dijî, lê ew bi zehmetî debara xwe dike. Eger li vir kargehek an jî kargeheke tekstîlê hatiba avakirin, ciwanên me koç nedikirin. Ne em dikarin li vir debara xwe bikin, ne jî ew dikarin li wir debara xwe bikin. Kargehên li Rojava hatine avakirin jî dikarin li vir bên avakirin. Divê êdî çareseriyek bê dîtin. Elbak vala hatiye hiştin; tenê kal û pîr dimînin. Ji ber ku em di tengasiyê de ne, divê rayedar çareseriyekê bibînin. Berê ciwanan çawa debara xwe dikir? Diçûn ser sînor, cixare dianîn û difirotin."
Rojhat Dîker da zanîn ku kêmasiya derfetên kar rê li ber koçberiyê vedike û got, "Kar nîne, kargeh nîne. Tiştek ku ciwan bikin nîne."
PÊŞNIYARÊN ÇARESERIYÊ
Şaredara Elbakê Şengul Polat ji bo pirsgirêkên ku şêniyên navçeyê pê re rû bi rû ne, ev pêşniyara çareseriyê kir: "Nifûsa ciwanan a navçeyê her sal kêm dibe. Daxwazên têkildarî bêkariyê ne ew tişt in ku em bi tena serê xwe dikarin serî lê bidin. Lê belê divê em bersivê bidin daxwazên xizmetên civakî. Ji bo vê jî me Navenda Çandê, Navenda Ciwanan û Projeya Çewligê amade kir. Tevî ku niha destekeke me ya zêde ji bo vê nîne jî, em dixwazin Projeya Bajarê Tekstîlê bi cih bînin ku ev yek daxwazeke ji navçeyê ye. Me hemû xebatên xwe yên ji bo projeya çewligê temam kirin û niha li benda erêkirina wê ne. Herî kêm 50 kes wê di çarçoveya vê projeyê de bên îstîhdamkirin. Her wiha em ê li ser avakirina kooperatîfa jinan û navendên civakê yên ku jinên ciwan armanc dikin bixebitin."