STENBOL - Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê yê berê Tunç Soyer diyar kir ku pêvajoya heyî girîng e û got ku ji bo serkeftina wê divê muxalefeta civakî xurt bibe û aştî civakî bibe. Serokê Giştî yê CHP’ê yê berê Hîkmet Çetîn jî got ew amade ye destê xwe deyne bin kevir.
Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê di 22’yê Hezîranê de li Stenbolê bi navê “Vekirina Rêya Aştiyê” konferansek li dar xist. Gelek siyasetmedarên girîng jî tev li bûn. Serokê Giştî yê CHP’ê yê berê Hîkmet Çetîn û Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê yê berê Tunç Soyer jî tev li bûn û ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.
Hikmet Çetîn, diyar kir ku Tirkiye welatekî dewlemend e û got ku ev çavkanî ji bo pirsgirêka Kurd tên xerckirin û heke ji bo pêşxistinê bihatain bikaranîn dê welat di asteke pêşketî de bûya. Çetîn, ji bo çareseriya pirsgirêkê bal kişand ser Meclisê û got: “Divê li Meclisê komek were avakirin. Divê her partî ne li gorî hêza xwe, divê her yek nûnerê/a xwe bişîne. Divê pêvajoyeke zelal be û meclis jî xwedî lê derkeve. Nexwe dê nîvco bimîne. Birêz serokkomar berê got ‘ez qebûl nakim.’ Çima wisa got? Ji ber ku tenê partiyekê dimeşand. Divê ev bibe karê meclisê. Li vê xaka qedîm ji her derdoran mirov hene. Divê ev bi hev re bijîn û bi hev re bifikirin. Divê hem li hundir hem li derve bi hev re tevbigerin. Heke Meclis vê pêvajoyê li xwe bigire, dê ev pêvajoya aştiyê baş pêş bikeve.”
'EZ AMADE ME DESTÊ XWE DEYNIM BIN KEVIR’
Çetîn, got ku hinek tişt hêj nediyar in û wiha domand: “Dê kî wan çekan teslîm bigire, dê biçin ku derê? Dê kî wan biparêze? Dê çi bi wan kesên li çiyê bibe? Divê li ser van bê fikirîn û ji bo kesên li çiyê teqez çareseriyek bê peydakirin. Dayik, bav, xizmên wan kesan hene. Hem Kurdan hem jî Tirkan gelek êş kişand. Zirara herî mezin jî xelkê li herêmê jiya. Gund û erdên xwe winda kirin. Divê hemû çavkanî ji bo aştiyê bên bikaranîn. Divê hinek rûspî destê xwe deynin bin kevir. Berpirsyartî dikeve ser milê me tevan. Ez amade me ku destê xwe deynim bin kevir. Bi ya min ev pêvajo dê bi demê re çareser bibe. Pêşerojeke ronak li pêşiya Tirkiyeyê ye.”
'PIRSGIRÊK NE TENÊ DI NAVBERA KURDAN Û DEWLETÊ DE YE’
Tunç Soyer jî di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de bal kişand ser gotina îktîdarê ya “Tirkiyeye bêteror” û got: “Divê pirsgirêka Kurd weke pirsgirêka terorê neyê dîtin. Pirsgirêk ne tenê di navbera Kurdan û dewletê de ye. Bandor li tevahiya civakê kiriye. Lewma ev pirsgirêk divê tenê wek pirsgirêka terorê neyê dîtin. Ji ber vê jî divê teqez bi aştî û demokrasiyê çareser bibe. Nebûna terorê bi tena serê xwe nayê wateya aştiyê. Her wiha tenê nayê wateya demokrastiyê. Bi kurtasî, bêyî aştî û demokrasiyê mimkin nîne ev pêvajo bi ser keve. Lê hêviyeke me heye. Ev pêvajo, yekser bi pêşengtiya dewletê, bi rêveberiya wê hate destpêkirin. Bi temamî dewlet birêve dibe. Dema mirov avantajên konjonktura navneteweyî digire dest, dikarim bibêjim ku tu aliyeke mirov reşbîn bike nîne.”
'DIVÊ BI DEMOKRASIYÊ TACÎDAR BIBE’
Soyer, destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi aştiyê biencam bibe divê zanîna civakî, piştevaniya civakî û aqilekî hevpar were avakirin û ev nirxandin kir: “Nexwe heke aştî di nava du lêvên kesekî de be, wê demê mimkine ku veguhere şer jî. Divê teqez bi demokrasiyê tacîdar bibe. Divê bi tevlibûn û piştevaniyeke mezin a welatiyan were domandin. Wê demê dê aştî mayinde be û tenê dê di çarçoveyeke teng a weke Tirkiyeya bêteror de bisînor nemîne. Wê demê dê derbasî nifşên nû bibe û çavkaniyên welat ji bo refahê bên xerckirin.”
Soyer, destnîşan kir ku îktîdar ji bo domandina îktîdara xwe tundû û zextê dike û axaftina xwe wiha qedand: “Li rexa din jî qala Tirkiyeya bêtundî û bêteror dike. Ev, nakokî ye. Tenê rêyeke xelasiyê heye, ew jî berfirehbûna muxalefetê, xurtkirina aqilê hevpar û civakîbûna aştiyê ye. Bedela nebûna aştî û demokrasiya vî welatî me tevan da û em didin. Bi xizanbûna xwe, bi jidestdana azadiyên xwe me da. Heke em van nexwazin, wê demê divê em aqilê hevpar û muxalefeta hevpar a civakî mezin bikin.
MECLIS BI TENA SERÊ XWE TÊR NAKE, MESELE YA ME TEVAN E
Ji bo serkeftina pêvajoyê Meclis girîng e lê bi tena serê xwe têr nake. Divê qehwexane û kolanên vî welatî jî li ser vê meseleyê biaxivin. Ev mesele, meseleya her kesî ye. Ne tenê ya xelkê Amed û Mêrdînê ye. Divê em fêm bikin ku meseleya me tevan e û dikare bi piştevaniyê were çareserkirin.”
MA / Melîk Çelîk