* Rojnameger Îkram Balekanî diyar kir ku agirbesta di navbera Îran-Îsraîlê de agirbesteke demkî ye û got: “Formula çareseriya Îranê, ‘Konfederalîzma Demokratîk’ a Abdullah Ocalan e. Bi vê yekê re şoreşa ‘jin, jiyan, azadî’ dê dîsa dest pê bike û heta serkeftinê bidome.”
*Berdevkê Navneteweyî yê Unite the Unionê Simon Dubbins, diyar kir ku Yekitiya Ewropayê divê ji bo pêvajoya hatiye destpêkirin zextê li Tirkiyeyê bike û got: “Nexwe dê ev firsenda dîrokî ji dest me biçe. Heke ji dest biçe jî dê felaket bibe.”
* Nûnerên rêxistinên sosyalîst ên li Mêrsînê diyar kirin ku divê sosyalîst teqez vê pêvajoya ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd civakî bikin.
*Hevserokê AKKAY-DER’ê Mûstafa Yildiz diyar kir ku ji bo pirsgirêka Kurd l i ser zemîneke hiqûqî were çareserkirin, divê dewlet gavan biavêje û got: “Hewceye dewlet tavilê di qanûnan de sererastkirinan bike.”
* Keşîşxaneya Mar Şalîta ya dîrokî, ji ber texrîbata defînegeran û bêsexbêriyê bi tunebûnê re rû bi rû ye.
* Bi germbûna hewayî re li quntarê Çiyayê Agiriyê demsala dirûna gihayî dest pê kir.
* Welatiyên Çerkes diyar kirin ku pirsgirêka demokrasiyê ya li welat pirsgirêka tevahiya gelan e û divê gel di vê pêvajoyê de bi hev re têbikoşin.
* DEM Partî dê di 29’ê Hezîranê de li Amedê konferansa “Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok” li dar bixe. Hevberdevka Komîsyona Zarokan Bêrîtan Guneş Altin, diyar kir ku di avakirina civaka demokratîk de hedef wan ew e ku saziyên zarokan bibin kirde.
*Danişîna doza Hevşaredara Hênê Besîle Narînê dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)
*Danişîna doza Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu dê li 17’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (10.30)
*Danişîna doza xebatkara Yenî Yaşamê Zîlan Gul dê li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.50-17.00)
* Danişîna doza têkildarî mirina Mehmet Uytun ê 18 mehî ku ji ber fîşeka gazê ya leşkeran bi kar anî jiyana xwe ji dest dabû dê bê lidarxistin. (13.00)