MÊRSÎN - Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên li Mêrsînê bang li îktîdarê kirin ku bêyî ji demê re vehêle gavan biavêje.
Piştî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin û PKK’ê kongre pêk anî, xwe fesîx kir, xebatên xwe bi dawî kir lê heta niha hikûmeta AKP'ê gavên berçav neavêtine, di heman demê de li Herêma Federal a Kurdistanê jî operasyonên li dijî PKK'ê didomin.
Nûnerê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yê Çukurovayê Hakki Demîr diyar kir ku dema PKK li gorî van biryaran berpirsyariyên xwe bi cih tîne, dewlet di avêtina gavên şênber de dereng dimîne. Demîr da zanîn ku ev derengmayîn ne tenê pêvajoyê hêdî dike, di heman demê de derfetên provokasyonan jî diafirîne û got, “Mînak di bin rêziknameya înfazê de divê demildest girtiyên nexweş serbest werin berdan, piştre jî girtiyên siyasî yên ku ji ber azadiya ramanê di girtîgehê de ne werin berdan. Ev pêngav wê têkildarî pêvajoyê baweriyê bi civakê biafirîne. Saziyên ku di têkoşîna mafan a li Tirkiyeyê de îdia dikin jî pêwîst e bikevin nava tevgerê. Bêyî ku însiyatîfê ji dewletê re bihêlin, pêwîste têkoşînekê bimeşînin. Divê li kolanan be û pirsa 'Dewlet çima van sererastkirinan çênake?' Pêwîste hem gelê Kurd hem jî gelê Tirk vê bikin. Divê bêjin 'Ev operasyon çawa dikarin bidomin? Eger hûn samîmî bin, hûn çawa dikarin êrîş bikin?' Ez di wê baweriyê de me ku divê partiyên siyasî di vê mijarê de berpirsyariyên xwe bicih bînin. Dayik û malbat dibêjin 'Em êdî naxwazin xwîn birije' Ji ber vê yekê pêwîste dewlet samîmî be.”
‘PÊWÎSTÎ BI AŞTIYÊ HEYE’
Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ê navçeya Akdenizê Nîzar Esen diyar kir ku pêwîstiya gel bi aştiyê heye û wiha axivî: "Gel baweriya xwe bi partiya xwe tînin, baweriya xwe bi DEM Partiyê tînin. Baweriya xwe bi serokatiya xwe tînin û li pişt vê pêvajoyê ne. Em daxuyaniyên bi hêvî yên hikûmetê jî dibînin, lê diyar e ku ti gaveke şênber nehatiye avêtin û gel li vê temaşe dike. Ji tiştên ku em di medyayê de dibînin şerekî dijwar hê jî didome. Daxwazên gel zelal in. Ji bo piştgiriyê bidin pêvajoyê li bendê ne ku gavên şênber bên avêtin. Di nava ti şert û mercan de divê şer neyê gurkirin û di dema herî nêz de çek bên bêdengkirin, daxwazek heye. Em jî ji vir bangeke zelal dikin; em jî li pişt vê pêvajoyê ne. Em piştgiriyê didin têkoşîna civaka demokratîk û avakirina hawira aştiyê. Ji bo afirandina zemîneke aştiyê jî em amade ne ji bo her têkoşînê têbikoşin."
‘GER AŞTÎ ÇÊNEBE DÊ TUNDÎ ZÊDE BIBE’
Berdevka Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mersînê Emîne Eren diyar kir ku ew weke dayikan pêvajoya ku Abdullah Ocalan daye destpêkirin bi nirx dibînin û destnîşan kir ku aştî yek alî nabe. Emîne Eren ji bo çareseriyeke mayînde bang li dewletê kir û wiha got: "Ereb, Tirk, Kurd, Çerkez; em hemû dikarin li van xakan bi aramî bi hev re bijîn. Kezeba me dişewite. Em naxwazin êdî ti dayik neçar be cenazeyê zarokê xwe werbigire. Ger ku aştî neyê vî welatî dê ne tenê pevçûn zêde bibin, her wiha dê kuştina jinan û hemû cûreyên tundiyê jî zêde bibin. Em ne tenê li vî welatî aştiyê ji bo hemû cîhanê aştiyê dixwazin. Ji bo aştiyê divê leşker, polîs û hemû gel bên cem hev. Divê di zûtirîn demê de girtiyên li girtîgehan bên berdan. Weke Dayikên Aştiyê em bang dikin: Ji bo aştiyê em li hev bicivin û êdî zarok nemirin.”
MIJARA GIRTIYÊN NEXWEŞ
Hevserokê Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Mersînê ya ji bo Kesên Heskiriyên xwe Winda Kirine (MEYADER) Bahattîn Bektaş bibîr xist ku der barê rewşa girtiyên nexweş de ti amadekarî nehatiye kirin. Bahattîn Bektaş da zanîn ku ev mijar ne tenê huqûqî di heman demê de hesasiyeteke civakî ye û got, "Em ê pêvajoyê bişopînin, pêwîste dewlet di vî warî de berpirsyariya xwe bi cih bîne. Civak vê yekê hêvî dike, divê girtiyên nexweş nebin mijara bazariyê. Bi rengekî însanî divê girtiyên nexweş bê şert û merc werin berdan. Şert û mercên li girtîgehan bi rastî jî xera bûne. Ji bo wan mijareke exlaqî ye ku di nava van şert û mercan de li girtîgehê bin. Ji ber vê yekê pêwîste girtiyên nexweş tavilê bên berdan. Pêwîste dewlet der barê vê de amadekariyan bike."
MA / Abdulkadîr Ayten