ENQERE - Endamên MYK’a DEM Partiyê ji bo nirxandina geşedanên têkildarî “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” civiya.
Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo nirxandina geşedanên di rojevê de li navenda giştî civiyan. MYK, bi serokatiya Hevserokên Giştî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari civiya û dê geşedanên li Rojhilata Navîn û cîhanê, rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê de û geşedanên siyasî yên li Sûriyeyê bên nirxandin.
Her wiha dê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û peyamên Abdullah Ocalan bên nirxandin. Yek ji rojeva sereke ya civînê jî geşedanên di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de ne. Endamên MYK’ê dê nîqaşên têkildarî pêvajoya heyî, geşedanan û bandora wan nîqaş bikin.
ROJEVA KOMÎSYONÊ
Di civînê de dê komîsyona tê payin li Meclisê were avakirin jî were nirxandin. Her wiha helwesta AKP, MHP û partiyên din ên siyasî bên nîqaşkirin. Tê payin ku di civînê de were nîqaşkirin ka kî dê di şandeya biçe serdana Abdullah Ocalan de cih bigirin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê çendek roj berê ragihandibû ku dibe ku hevserokên giştî û çendek endamên MYK’ê biçin hevdîtina Abdullah Ocalan. MYK, dê têkildarî kesên dê biçin hevdîtinê nirxandinan bike.
LI SER HEVDÎTINAN DÊ NÎQAŞ BÊN KIRIN
Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar dê biçin serdana Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel. Ev hevdîtin jî yek rojeva civînê ye. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, MYK dê têkildarî van hevdîtinan nexşerêyekê diyar bike.
Di civînê de binçavkirin û girtinên li dijî muxalefetê jî dê bê nîqaşkirin.