AYDIN - Welatiyên beşdarî civînên li Aydinê bûn, destnîşankirin ku pêwîst e hemû derdorên civakê beşdarî pêvajoyê bibin. Guler Eratê anî ziman ku divê AKP, MHP û CHP jî pêvajoyê ji derdora xwe re vebêjin.
Civînên gel yên ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) ve di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de hatine destpêkirin, berdewam dikin. Heta niha li Herêma Egeyê zêdetirî 180 civînên gel hatine lidarxistin. Her wiha bi endamên civak û baweriyên cihêreng re jî hevdîtin hatine lidarxistin. Kesên beşdarî civînan dibin, fikarên xwe tînin ziman û hêvî û pêşniyazên xwe yên der barê pêvajoyê de berpêş dikin.
'DIVÊ HER KES BERPIRSIYARIYÊ HILGIRE'
Serokê Cemxaneya Koşkê ya Komeleyên Çandê yên Elewiyan Erkan Goze ku beşdarî civîna li Aydinê bû, got ku ev pêvajo ji bo pêşîgirtina li dubarebûna êşên ku di dema pevçûnan de hatine jiyîn girîng û hêvîdar e. Goze got: "Her çend gumanên me hebin jî, pêvajo niha baş pêş dikeve. Ez dixwazim ku elewî di vê pêvajoyê de cih bigirin. Divê her kes bizanibe ku pêvajoyek ku tenê kurd tê de cih digire, nikare bi rêkûpêk bimeşe. Em ji civîna ku ji bo nîqaşkirina pêvajoyê hat lidarxistin pir kêfxweş bûn. Ez hêvîdar im. Ez hêvî dikim ku em hemû serkeftina vê pêvajoyê li vî welatî bibînin. Em li bendê ne ku kesayetên navdar ên elewî û saziyên elewî beşdarî vê pêvajoyê bibin. Em dixwazin her kes beşdar bibe."
'DIVÊ SERERASTKIRINÊN QANÛNÎ BÊN ÇÊKIRIN'
Huseyîn Yersalî ku beşdarî civînê bû, diyar kir ku ji ber zilm û zordariya berdewam fikarên wan hene. Yersalî got: "Lêbelê, tenê ji ber ku fikarên me hene nayê wê wateyê ku em nikarin destê xwe ji bo aştiyê dirêj bikin. Ma wê heta ku derê wiha be? Em baweriya xwe bi tevgera kurd tînin; ew tevgerek e ku dê nekeve bin bandora vê pergalê. Civînên giştî pêwîst in ji ber ku gelê me ji tişta ku diqewime bêxeber e. Em bi rêya van civînan agahiyan berhev dikin. Divê raya giştî ne tenê li hin deveran, lê li gelek herêman bi rêya civînan were agahdarkirin."
Yersalî tekez kir ku eger aştiyeke mayînde pêk were, pirsgirêkên hemû koman, bi taybetî yên elewî û jinan, dikarin werin çareserkirin. Yersalî got: "Divê elewî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Elewî hem ji aliyê bawerî û hem jî ji aliyê nasnameyê ve komeke bindest in. Rizgarkirina elewiyan tenê bi rêya hêzên demokratîk dikare pêk were. Rizgarkirina elewiyan bi tena serê xwe ne mimkun e. Em dikarin bi têkoşîneke hevbeş demokrasiyê pêk bînin. Em danîna çekan a sembolîk a PKK'ê pir watedar dibînin û piştgiriyê didinê."
Yersalî bal kişand ser pêwîstiya avêtina gavên berbiçav ji aliyê dewletê ve û got: "Bi hezaran kes di girtîgehan de ne. Gelo ew kesên ku çekên xwe deynin dê çi bibe? Ew ê li ku derê bi cih bibin? Gelo ew ê karibin werin û li vir siyasetê bikin? Divê ev mijar bi qanûnê werin sererastkirin. PKK'ê gav avêtiye û divê dewlet ji niha û pê ve qanûnan derxîne. Li meclisê komîsyonek tê damezrandin û ez bawer dikim ku heke hemû partiyên siyasî di vê komîsyonê de cih bigirin, dê pêşveçûn çêbibe."
Guler Erat destnîşan kir ku pêwîst e hemû beşên civakê xwedî li pêvajoyê derkevin. Erat bilêv kir ku civak bi salan e bi têgihîştina "terorê" tê berberîkirin û got: "Gelek nasname di civakê de hatine marjînalîzekirin. Divê em bi komşsyonên lihevhatinê pêşve biçin. Aştî civakê di gelek waran de pêşve dibe. Berpirsiyariya ravekirina pêvajoyê ne tenê ya DEM Partiyê ye, lê ya hemû partiyên siyasî ye. Divê ew jî piştgiriyê bidin van hewldanan. Mînak, MHP'ê alîkarî daye. Divê ew jî bi derdora xwe re bixebitin û pêvajoyê rave bikin. AKP dibêje, 'Em ê di vê pêvajoyê de bi hev re pêşve biçin.' Ji ber vê yekê, AKP çiqas li ser derdora xwe dixebite? Tişta ku bi salan e li partiyên kurd hatiye kirin, niha li CHP'ê tê kirin. CHP dê çiqas xwedî li vê pêvajoyê derkeve û dê çawa ji derdora xwe re rave bike? Gelê kurd xwedî li vê pêvajoyê derket. Gelo kesek li Trakyayê, herêma Deryaya Reş, an herêma Egeyê xwedî lê dertê? Karê me pir zehmet e."
Hemwelatiyeke din Aycan Sûyê jî got ku ev pêvajo ji bo gelê kurd pêwîstiyek e. Aycan Sûyê got: "Em pêvajoyê erênî dibînin. Ev pêvajoyeke civakî ye, ji ber vê yekê divê her kes daxil bibe. Ev civîn ji bo me baş bû. Em dixwazin çek rawestin."
MA / Ûgûrcan Boztaş