DÊRSIM - 23’yemîn Mihrîcana Çandê ya Munzûrê dest pê kir.
23’yemîn Mihrîcana Çandê ya Munzûrê, li Qada Seyîd Riza a Dersimê dest pê kir. Li gel partiyên siyasî û rêxistinên civakî ji Kurdistan û Tirkiyeyê gelek kes beşdarî mihrîcana ku bi bi şîara ‘’Dersim jiyan e; dest bi xweza, îrade, ziman û baweriya min nede’’ tê lidarxistin, bûn.
Serokê Federrasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) Alî Riza Bîlîr, ji malbatên kesên ku di şewata li Eskîşehîrê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest.
MIHRÎCANA BERXWEDANÊ
Hevşaredara Dersimê Bîrsen Orhan a ku erka wê bi rêya qeyûman hatiye desteserkirin, anî ziman ku Mihrîcana Dersimê çand, bawerî, ziman û seknek e û diyar kir ku di heman demê de li hemberî kiryarên antîdemokratîk mihrîcaneke berxwedanê ye. Bîrsen Orhan bi bîr xist ku mihrîcan ji aliyê Dersimîyan ve li hemberî qedexeyên di salên 1990’î de hatiye destpêkirin û got: ‘’Hê jî statuyeke neasnameya Elewiyan tune ye. Hê jî statuya îbadetxaneya Cemxaneyan tu neye. Weke înkarkirina Kurdan înkara Elewiyan jî heye.’’Bîrsen Orhnanê, diyar kir ku Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk derfetek e û ev yek anîn ziman: ‘’Eşkere ye ku wê Dersim di civaka demokratîk de rol bilîze, bi fedekarî xwedî li pêvajoyê derketiye. Ji bo demokratîkbûyîna civakê û parastina mafê hemwelatîbûna wekhev em ê têkoşîna xwe bidomînin.’’
BERTEKA LI DIJÎ QEYÛM
Bîrsen Orhanê, destnîşan kir ku zimanê dayikê jî di bin qirkirinê de ye, bal kişand ser polîtîkayên desteserkirina şaredariyan û got: ‘’Dema qeyûm hat, destpêkê saziya zimanî girt. Hem li Şaredariya Dersimê hem jî hem li Şaredariya Pulurê îradeya gel hate desteserkirin. Girêdayî vê yekê em bang li hemû kesan dikin ku xwedî li mihrîcanê derkevin.’’
Hatibû plankirin ku destpêka mihrîcanê bi şahiya dahol û zirneyê bê kirin lê belê ji ber kesên ku di şewata li Eskîşehîrê de jiyana xwe ji dest dane, hate betalkirin.