AMED - Rêxistinên rojnamevanan têkildarî 24’ê Tîrmeh Roja Têkoşîna Azadiya Çapemeniyê daxuyaniyek weşandin û di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku sansur îro jî didome.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Cemiyeta Rojnamegerên a Başûrrojhilat (GGC), bi munasebeta 24’ê Tîrmehê Roja Têkoşîna Azadiya Çapemeniyê daxuyaniyek weşand.
MKG: EM Ê PÊNÛSA XWE DANEYNIN
MKG’ê di daxuyaniya de wiha hat gotin: "Ji ber ku rojnamegerî hîn jî li vî welatî wekî sûc tê hesibandin; nexasim ger hûn jin bin, hûn rastiyê bibêjin û hûn li ser cihên ku civak paşguh dike nûçe çêkin. Wekî rojnamevanên jin ên li Mezopotamyayê dixebitin, em hewl didin ku rastiyên ku pir caran nayên dîtin an jî têne paşguhkirin, eşkere bikin. Em li ser qetlîamên jinan dinivîsin, xizaniyê belge dikin, dengê sivîlan di nav şer de tomar dikin û hewl didin ku dengê mirovên ku nasname, ziman û îradeyên wan têne paşguh kirin, ragihînin. Ji ber vê yekê, em li dijî hem zilma dewletê û hem jî hişmendiya serdest a mêran di medyayê de têkoşînek du alî dimeşînin. Em pênûsên xwe ne tenê wekî amûrek ji bo afirandina agahdariyê, di heman demê de wekî amûrek ji bo berxwedan, bîranîn û rastiyê jî dibînin."
DFG: DIVÊ EM BI HEVRE LI DIJÎ SANSURÊ TÊBIKOŞIN
DFG’ê, destnîşan kir ku sansur hêj didome û ev tişt got: "Îro, sansur bi gelek awayên xwe gefê li rojnamegeriyê dixwe. Sansur ne tenê astengkirina nûçeyan e, herwiha astengiya herî mezin a li pêşiya azadiya çapemeniyê ye. Ji ber vê yekê, em vê rojê wekî cejnekê nabînin; em wê wekî rojek têkoşînê dibînin. Ji ber girîngiya vê rojê, em careke din bang li her kesî dikin ku beşdarî têkoşîna li dijî sansurê bibin."
GGC: ROJNAMEGER DI MERCÊN ZEHMET DE DIXEBITIN
GGC’ê, destnîşan kir ku çapemenî ne tenê dezgehek e ku nûçeyan radigihîne; ew di heman demê de mekanîzmayek çavdêriya demokratîk û wiha got: "Rojnamevanên ku li herêma me û li seranserê welêt dixebitin, bi fedakariyek mezin, pirê caran di bin şert û mercên dijwar de, erkê xwe yê agahdarkirina raya cemawerî pêk tînin. Bi boneya Roja Çapemeniyê û Roja Têkoşîna ji bo Azadiya Çapemeniyê, em vê roja watedar ji bo hemî xebatkarên çapemeniyê yên ku bi nêzîkatiyek bêalî, bi rêgez û exlaqî ya rojnamegeriyê dixebitin, mafê agahdarkirinê raya cemawerî esas digirin pîroz dikin."