* Welatî ji fiyetên guncaw ên Tesîsên Civakî yên Fîskayayê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat vekirin razî ne û dixwazin li bajêr hin tesîsên din jî bên vekirin.
* Bi zêdebûna fiyetê zêr re gel ber bi îmîtasyonê ve diçe. Kesên ku kiras-fîstan û bûkanî kirê dikirin, niha ji bêgavî kincên zavatiyê jî kirê dikin.
* Bedriye Arpa ku birayê wê di nav refên PKK'ê de jiyana xwe ji dest daye û birayê wê yê din 29 sal in di girtîgehê de ye, diyar kir ku tevî hemû zilm û zordariyên ku wan dîtine jî, ew aştiyê dixwazin û ji bo pêkanîna aştiyê divê dayikên tirk û kurd li hev bicivin.
* Keşeyê Dêra Protestan a Mor Afremê Eyup Badem got: "Em bawer dikin ku aştî dê li vê xakê geş bibe."
* Hesinkar Mehmet Yildiz ku nîv sedsal e pîşeyê hesinkariyê yê ku ji hostayên ermenî hîn bûye didomîne, destnîşan kir ku hesinkarî bi tunebûnê re rû bi rû ye.
* Nivîskar Îhsan Colemêrgî bal kişand ser pêvajoya ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd tê meşandin û got: "Tenê yekîtiya kurdan dikare vê pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe."
* Ciwanên Ewropî yên ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re serî li Wezareta Dadê dan gotin: "Gava sereke ya ku divê dewleta Tirk biavêje, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Ev gaveke girîng û pêwîst e ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve."
* Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku wan raporek derbarê "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan de pêşkêşî Komîteya Wezîran kirine, merasîma şewitandina çekan a PKK’ê bi bîr xist û destnîşan kir ku di vê mijarê de dewlet êdî ne xwediyê hinceta gav neavêtine ye.
*Nûnerê MSD’ê yê Şamê Abdulwehab Xelîl, diyar kir ku siyaseta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê cesaret daye HTŞ’ê ku êrişî Durzan bike, bal kişand ser rola Rêveberiya Xweser a di vê pêvajoyê de û got: "Rêveberiya Xweser/HSD niha di çavên gelê Sûriyeyê de wekî hêzek e mixatab tê dîtin."
* Komîsyona Çapemeniyê ya Şaxa IHD’ê ya Enqereyê, dê rapora xwe ya li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî çapemeniyê ya di şeş mehên dawî de aşkera bike. (12:00)
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Eskîşehîrê, dê li Koprubaşiyê têkildarî şewata ku li Seyîtgaziyê 10 kesan jiyana xwe ji dest da daxuyaniyê bide. (18:30)
* Komîsyona Ciwanan a Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê dê li avahiya komeleyê der barê binçavkirina ciwanên di bîranîna Qetlîama Pirsûsê de daxuyaniyê bide. (18:30)