EDENE - Hevserokên DBP'ê yên herêma Çukurovayê bal kişandin ser banga Abdullah Ocalan û destnîşan kirin ku ji bo aştiyeke mayînde divê di zûtirîn demê de sererastkirinên qanûnî bên kirin.
Rojeva ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin didome. Piştî banga Abdullah Ocalan komek gerîla çekên xwe şewitandin û li meclisê ji bo avakirina komîsyonê xebat didomin. Ji bo vegotina pêvajoyê, li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ve bi hezaran civînên gel hatin lidarxistin. Di hevdîtinan de baweriya bi Abdullah Ocalan hat destnîşankirin, di heman demê de welatiyan daxwazên xwe anîn ziman.
Hevberdevkên DBP'ê yên Herêma Çukurovayê Sevda Ungor û Fuat Yaman diyar kirin ku pêvajo di encama têkoşîne de hatiye destpêkirin û ji bo aştiyeke mayînde divê sererastkirinên qanûnî bên kirin.
Sevda Ungor bal kişand ser 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' kir diyar kir ku ji bo aştiyeke mayînde bê vî welatî divê her kes erk û berpirsyariyên xwe bîne cih. Sevda Ungor diyar kir ku di vê pêvajoyê de li gorî serdemên berê aştî civakî bûye û anî ziman ku Abdullah Ocalan bi salan e ji bo aştiyeke mayînde û bi rûmet têdikoşe.
Sevda Ungor diyar kir ku divê li meclisê komîsyon demildest were avakirin û wiha got. "Divê ji bo aştiyê Abdullah Ocalan azad bibe. Ji bo şervanên azadiyê yên Kurd tevlî siyaseta demokratîk bibin divê astengiyên qanûnî bên rakirin. Divê hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan. Divê dawî li pratîka qeyûman bê anîn û şaredarên hatine hilbijartin ji nû ve bên wezîfedarkirin."
'DIVÊ DEWLET ZIMANÊ XWE Û QANÛNAN BIGUHERÎNE'
Fuat Yaman anî ziman ku wan di çarçoveya "Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk" de li Herêma Çukurovayê bi dehan civînên gel pêk anîn û bi van hevdîtinan der barê fikrên Abdullah Ocalan û pêvajoyê de agahî dan û wiha got: "Her ku ev pêvajo civakî dibe, dikare bigihêje serketinê. Em bi pêkanînên ku pêvajoyê piştguh dikin re rû bi rû ne. Pêwîst e dewlet ziman û qanûnên xwe biguherîne. Komîsyona ku dê li parlementoyê bê avakirin dê ne li ser bingehên zagonî, lê bi înîsiyatîfa Serokê Meclisê bikeve meriyetê. Eger bi qanûnê bihata avakirin wê mayîndetir bibûya, lê tevî vê yekê jî avakirina komîsyonê hêja ye. Ya girîng ew e ku ev pêvajo bi demê re belav nabe û gavên lezgîn tên avêtin. Eger were xwestin, bi pakêteke yek demokratîkbûyînê re veguherînên girîng di demeke gelekî kurt de dikarin bên kirin."
MA / Hamdullah Yagiz Kesen