STENBOL - Parêzer Veysel Demîrkaya, diyar kir ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê Resûl Baltaci û Sînan Tutmaz, ji ber sedema cezayê dîsîplînê infaza wan hatine şewitandin.
Endamê Komeleya Hîqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Veysel Demîrkaya, ragihand ku înfaza Resul Baltaci û Sînan Tutmaz ên ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê tên ragirtin hatine şewitandin. Demîrkaya, rave kir ku di lêgerînên qawişan de bi hinceta “kelûpelên qedexe” 3 caran cezayê dîsîplînê dane girtiyan û ev rewş ji bo şewata înfaza wan kirine hincet.
Demîrkaya, diyar kir ku Resul Baltaci “cezayê muebbedê” ya 30 salan ev 3 sal e cezayê xwe xilas kiriye û Sînan Tutmaz jî cezayê “endamtiya rêxistinê” ya 12 salan, 6 meh berê xilas kiribû. Demîrkaya, desnîşan kir ku her dû girtî piştî 3 caran cezayê dîsîplînê werdigirin û şûn de înfaza wan hatine şewitandin û ev tişt got: “Îdare, di lêgerîna qawişan de bi îdiaya kelûpelên qedexe cezayê dîsîplînê dide miwekîlê me. Dema girtiyek 3 an zêdetir cezayê dîsîplîna hicreyê bigirie înfaza wî tê şewitandin. Înfaza Resul Baltaci û Sînan Tutmaz ên ku li Girtîgeha Duzceyê tên ragirtin bi vî awayî hatine şewitandin. Daxwaza muwekîlên me ya ji bo sewqê jî tê redkirin. Mînak Resul Baltaci ji Êlihê ye. Malbata wî li Êlihê dijî. Lê serlêdana wî ya ji bo sewqê tê redkirin. Mafê wî yê têkiliya bi malbatê û jiyana taybet tê binpêkirin.”
‘TU BINGEHEKE HIQÛQÎ YA ŞEWATA ÎNFAZÊ NÎNE’
Demîrkaya, destnîşan kir ku cezayê dîsîplînê yê hicreyê li dijî hiqûqê ye, Lijeneya Îdarî û Çavdêriyê bi hinceta cezayê dîsîplînê înfaza girtiyan dişewitîne û ev yek jî ne hiqûqî ye. Demîrkaya wiha axivî: “Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên bêcezakirinê têkildarî îdaryên girtîgehan tu kirarek nayê kirin û piştgirî ji bo wan tên dayîn. Ji ber vê yekê binpêkirinên hiqûqî li Girtîgeha Duzeyê tên kirin. Divê kirarên wan bên kontrolkirin. Dema neyê kontrolkirin li midurên girtîgehan li gorî kêfa xwe înfaza girtiyan dişewitîne.”
DAXWAZA WAN A JI BO HEVDÎTINÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN
Demîrkaya, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Daxwaza muwekîlên me bi dozgerê girtîgehê re ev du sal in tê redkirin. Piştî hewldana me miwekîlek me bi dozger re hevdîtin kir. Dozger, li hevalê me guhdar kir lê rewş neguherî. Dema sewqî nexweşxaneyê dibin cendirme daxwaza lêgerîna nava dev dike. Muwekîlê me vê ferzkirina li dijî mirovahiyê ji ber ku red dikin sewqa wan a nexweşxaneyê tê astengkirin. Ji ber vê yekê nexweşiya wan li wan giran dibe.”