NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî diyar kir ku hevdîtinên wan ên bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û hêzên navneteweyî re didomin û got: “Bi Sûriyeyeke nenavendî re dê hemû alî qezenc bikin.”
Beşa duyemîn a hevpeyvîna rojnameya Yenî Yaşamê ya bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî re hate weşandin. Ebdî, têkildarî civîna li Parîsê ku hate taloqkirin, hevdîtinên bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re û mijarên cuda axivî.
Mazlum Ebdî, têkildarî konferansa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi mebesta yekitiya Kurdan axivî û got: “Dikarim bibêjim lidarxistina Konferansa Yekitiya Kurd, ji bo gelê Kurd û bi taybet jî ji bo rojavayê Kurdistanê gavekî dîrokî ye. Ji roja tevgera Kurd li Sûriyeyê derketî holê heta niha cara ewil hemû partiyên Kurd, hemû fîgur hatin gel hev û li ser vîzyon û bernameyeke siyasî lihev kirin. Bi rastî jî ev tiştekî dîrokî ye. Di encama konferansê de, ji bo hevdîtinên bi Şamê re li ser navê Kurdan şandeyeke ji 10 kesan pêk tê hate avakirin. Ev hêj neketiye meriyetê. Sedema vê jî ne qebûlnekirina Şamê an jî neamadebûna me ye. Sedema wê ew e ku niha du şande hene. Şandeyek bi Şamê re di mijarên leşkerî û îdarî de hevdîtinan dike. Yekser li ser mijarên têkildarî Kurdan nasekine, zêdetir li ser mijarên tevahiya Sûriyeyê eleqedar dikin disekine. Di vê şandeyê de Ereb, Suryan û Kurd hene. Dixwazin Peymana 10’ê Adarê bixin meriyetê. Ev hevdîtin hêj biqasî tê xwestin bi awayekî sîstematîk neketiye rêya xwe. Hêj di asta mizakereyan de ne.
HEVDÎTIN Û MIZAKERE DIDOMIN
Di serî de hewceye mijarên leşkerî û ewlehiyê tavilê bên destgirtin. Meseleya Kurd jî parçeyeke vê ye. Ji ewil divê di mijarên giştî de hinek gav bên avêtin û piştre jî pirsgirêkên Kurdan bên daxilkirin. Em li bendê ne ku niha di mizakereyên me de hinek pêşketin çêbibin û piştre jî dê şandeya li ser navê Kurdan biçe Şamê. Xala 2’yemîn a Peymana 10’ê Adarê, têkildarî mafên gelê Kurd e. Divê mafên gelê Kurde di Destûra Bingehîn a Sûriyeyê de bên naskirin. Şandeya Kurd dê li ser vê mijarê bisekine. Şandeya Kurd niha dicive û amadekariyên xwe dike. Lêbelê ji ber ku hêjta li ser rewşa giştî lihevkirinek çênebûye, me li ser meseleya Kurd jî lihev nekiriye. Bi temambûna van xebatên giştî re di wê baweriyê de me ku şandeya Kurd jî dê xebatên xwe yên bi Şamê re dest pê bike. Şandeya hatiye avakirin dê li ser navê Rojava xebatên dîplomatîk bimeşîne. Li ser navê yekitiya hêzên Kurd dikarin bi hêzên navneteweyî re hevdîtinan bikin. Ji bo xurtkirina yekitiya Kurdan a di asta neteweyî û navneteweyî de, dikare bi gelê Ereb re jî hevdîtinan bike. Niha amadekariyên xwe ji bo vê dikin.”
CIVÎNA ŞAM Û URDUNÊ
Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şandeya HTŞ’ê, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Thomas Barrack û ji Sefîrên Fransayê Jean-Baptista Faivre di 9’ê Tîrmehê de li Şamê hevdîtin kir û piştre jî HSD’ê di li Urdunê civînek li dar xist. Ebdî, têkildarî van civînan jî wiha got: “Armanca ji civîna Şamê ew bû ku li ser gavên pratîkê yên baweriyê didin û xurt dikin lihevkirinek çêbibe. Piştre jî dê bihata ragihandin ku muzakere dê bi beşdariya dewletan bi awayekî fermî bên kirin. Lê mixabin bi ser neket. Di gelek mijaran de me lihev kir. Lê di hinek mijaran de, ji ber ku di rojeva civîna me de nebûn, me amadekarî nekirin û her du aliyan jî di nêrînên xwe de lihev nekirin. Û ev mijar ji bo civînên cuda hate taloqkirin. Ji ber ku me nekarî hedefa xwe di wê civînê de pêk bînin, me hedefa wê civînê ji civîneke din re hişt. Piştre jî li Ammanê me bi Thomas Barrack re hevdîtin kir. Hevdîtineke erênî bû. Li gorî min birêz Thomas Barrack fêm kir ku xistina meriyetê ya meseleyê ewqas hêsan nîne. Pêwîstî bi demê heye, pirsgirêkên gelek cidî ne, hêsan nînin. Êdî fêm kiriye ku Sûriye bi yekdestî nayê birêvebirin. Piştî meseleyên Durzî, Elewî û Kurdan, hêvîdarim fêm kiribe ku divê Sûriyeyeke nenavendî hebe.
SÛRIYEYEKE NENAVENDÎ
Piştî şerê navxweyî yê 14 salan pêkan nîne Sûriye veguhere dema berê. Nabe ku rêveberiyeke navendî û totalîter ê mîna serdema rejîma Baasê hebe. Ji ber ku sedema sereke ya rê li ber şerê navxweyî vekirî jî ev pergala navendî bû. Pirsgirêka li Sûriyeyê ne di şexsan de, di pergalê de bû. Niha jî ji bo pirsgirêka Sûriyeyê li ser bingeheke wiha were çareserkirin, hewcehî bi Sûriyeyeke nenavendî heye. Divê mafê xwebirêvebirinê yê hemû komên siyasî û çandî hebe û hemû bajarên Sûriyeyê bikarin bi rêbaza rêveberiyên herêmî xwe birêve bibin. Ji serdema rejîma Baasê heta niha navê Sûriyeyê weke Komara Ereb a Sûriyeyê ye. Ev nav rastiya Sûriyeyê nîşan nade. Divê peyva Ereb were rakirin. Ji ber ku Sûriye tenê ya Ereban nîne. Ya hemû koma ye. Li Sûriyeyê hewcehî bi guhertinên wiha heye. Nexwe dê gelek zor be. Ji roja hilweşîna rejîma Baasê heta niha di nava 8 mehan de aşkera bû ku Sûriye wisa bi hêsanî nikare bibe yek. Hewceye hemû gelên Sûriyeyê li hev bikin, mafên hemû koman di Destûra Bingehîna de bên parastin û Sûriyeyeke nenavendî were avakirin ku bikare li civaka navneteweyî vegere. Da ku Sûriyeyeke bihêz û welatekî bihêz bikare derkeve holê.”
CIVÎNA PARÎSÊ ÇIMA HATE TALOQKIRIN?
Di berdewama axaftina xwe de Ebdî têkildarî taloqkirina civîna dihat payin li Parîsê were lidarxistin jî wiha got: “Dihat plankirin ku civîn di 25’ê mehê de bihata lidarxistin. Ingilîz, Fransî, Amerîkayî, em û hikûmeta Sûriyeyê dê tev li bûbûna. Amadekariyên civînê temam bûbûn. Lê di deqeya dawî de hate taloqkirin. Piştre Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Barrot li min geriya û em axivîn. Sefîrê Amerîkayê Barrack jî li min geriya, xemgîniya xwe ya ji ber rewşê vegot û ji ber amadebûna me spasî kir. Em ji bo vê civînê amade bûn. Got ku hikûmeta Sûriyeyê bi mijara Siwêdayê ve mijûl e lewma xwestiye vê civînê taloq bike. Lê israr kirin ku ev civîn dîsa were kirin. Di wê baweriyê de me ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ji bo vê civînê amade nîne. Sedema vê jî nizanim, bila ew bi xwe bibêjin. Amade nebûn ji ber ku Şeybanî hatibû Parîsê. Lê ji bo civînê amade nebûn. Ji bo pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin, bi Îsraîl û Amerîkayê re rûniştin ser maseyê. Niha jî amadekariyên civînê didomin û civîn dê bê lidarxistin.
HEKE EM LI HEV BIKIN DÊ BI SER KEVIN
Li Sûriyeyê niha du hêz hene. Yek hêzên hikûmeta demkî ya Şamê ye, ya din jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk e. Heke ev her du hêz bên gel hev dikarin lihev bikin. Ji hêla dewletên derve jî mafê gotinê yê dewletên mîna Ewropa û DYA’yê ku mueyîdeyan li Sûriyeyê ferz dikin heye. Di wê baweriyê de me ku biryarên DYA dide dê ji hêla hêzên din ve jî esas bên girtin. Niha îradeyeke navneteweyî ya xurt heye ku hem bandorê li me hem jî li hikûmeta Şamê dike. Li qadê du hêz hene; HSD û HTŞ. Heke em li hev bikin, em ê bi ser kevin. Dîsa girêdayî inyetê ye. Niha heke hikûmeta Şamê bixwaze mîna hikûmeta Baasê bi ser keve û ji bo entegrasyonê gavên rast neavêje, dê ev hewldan bi ser nekevin. Lê di rewşa heyî de şert û mercên ji bo serkeftina van hewldanan zêdetir in. Ji ber ku hewceye Sûriye li rewşa xwe ya xwezayî vegere û mueyîdeyên li ser wê tên ferzkirin bên rakirin. Ji bo entegrasyona bi dewletan re şert hatine diyarkirin. Di wê baweriyê de me ku hikûmeta Şamê dixwaze pêvajo bi ser keve, em jî dixwazin. Şensê serkeftina vê pêvajoyê zêdetir e.”