NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kayseriyê Onur Karakaya hevjîna xwe Neşe Karakaya û li Trabzonê jî Mûstafa Saglam hevjîna xwe Tûgba Saglam bi çekê qetil kir.
Kesê bi navê Onur Karakaya li Kayseriyê hevjîna xwe Neşe Karakaya bi çekê qetil kir. Faîlî piştre jî xwe kuşt. Piştî agahdarkirina welatiyan, li cihê bûyerê komên tenduristiyê û polîs hatin sewqkirin. Di lêkolîna cihê bûyerê de hate tespîtkirin ku Neşe Karakayayê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye û faîlê birîndar jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Cenaze, rakirin morga nexweşxaneyê û der heqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.
TRABZON
Li navçeya Vakfikebîr a Trabzonê jî kesê bi navê Mûstafa Saglam hevjîna xwe Tûgba Saglam bi çekê qetil kir. Faîl, piştre ji cihê bûyerê reviya. Piştî cîranan agahî dan, li cihê bûyerê polîs û komên tenduristiyê hatin sewqkirin. Di lêkolîna cihê bûyerê de hate tespîtkirin ku Tûgba Saglamê jiyana xwe ji dest daye.
Ji bo girtina faîlî xebat hatin destpêkirin.