NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên li Amed û Wanê dijîn ji komîsyona Meclisê li bendê ne demildest sererastkirineke qanûnî bên çêkirin. Di nav daxwazên welatiyan de ya sereke azadiya Abdullah Ocalan û perwerdehiya bi zimanê dayikê ye.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku li Meclisê hat avakirin, piştî guhdarîkirina malbatên kesên ku di dema şer de jiyana xwe ji dest dane, dest bi guhdarîkirina pisporên hiqûqê kir. Komîsyon dê îro jî xebata xwe bidomîne û civîna xwe ya heftemîn li dar bixe.
Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, di civînekê de ku di 25'ê Tebaxê de li Meclisê hat lidarxistin de got: "Girîng e ku dengê şandeyan bê bihîstin. Lê ev ne erka sereke ya komîsyonê ye. Tişta ku divê komîsyon di serî de bike ev e ku pêşnûmeqanûnan amade bike ku sererastkirinên qanûnî yên ji bo vê serdemê hewce ne tavilê bicîh bîne." Temellî her wiha îşaret bi pêwîstiya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re kir.
Pirsgirêkên ku Temellî destnîşan kir, di nav bendewariyên herî mezin ên raya giştî de ne. Li gorî welatiyên ku li Amed û Wanê dijîn, pêşveçûna pêvajoyê girêdayî avêtina gavên berbiçav ên ji aliyê dewlet an desthilatê ve ye.
AZADIYA OCALAN
Şêniyê Amedê Mûstafa Yakan destnîşan kir ku nebûna gavên berbiçav ên ber bi çareseriyê ve baweriya bi komîsyonê kêm kiriye. Yakan, got: "Mesele pratîk e. Her kes dikare komîsyonekê ava bike. Divê ev komîsyon berî her tiştî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya girtiyên din misoger bike. Wê demê ez ê pê bawer bim."
Îpek Sutçu Subaşi, got: "Ger pêvajo bi awayekî erênî bi pêş ve biçe, em ê bêhna xwe vedin. Em bi hêviyeke mezin li benda wê ne. Bi hêvî me ku fikarên me çareser bibin û ev pêvajo li gorî ramanên me berdewam bike. Em hêvî dikin ku ev pêvajo bi rantên siyasî neyê bidawîkirin. Divê komîsyon nêrînên her kesî li ber çavan bigire û çareseriyên têkildarî welêt pêş bixe."
Mahmut Aydar diyar kir ku ji ber neavêtina gavan ji aliyê desthilatê ve fikarên wan hene û got: "Hevdîtin bi dizî tên kirin. Têgihîştinek tê dayîn ku kampanyayek hilbijartinê hatiye lidarxistin. Ji bo ku em baweriya xwe bi pêvajoyê bînin, divê azadiya fizîkî ya girtiyên ku xwedî nêrînên cûda ne, were misogerkirin. Erka komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin ew e ku vê pêvajoyê pêş ve bibe. Divê tavilê gav werin avêtin."
Ercan Gul destnîşan kir ku divê nêrînên gel jî di komîsyonê de werin nîşandan û got: "Divê mirovên ji meclisên gel jî tevlî bûbûna. Çiqas mirov zêde bibin, ewqas sûdmendtir dibe. Divê ew dereng nemînin; em dixwazin aştî zû were."
‘DIVÊ GAV BÊ AVÊTIN'
Mehmet Aslan destnîşan kir ku divê daxwazên Kurdan werin bicîhanîn û got ku perwerdehiya bi zimanê dayikê yek ji daxwazên wan ên sereke ye.
Firat Milan got: "Ji bo misogerkirinê pêşî, divê ew kesên di zindanan de serbest berdin. Divê ew Selahattîn Demîrtaş berdin. Divê ew mafê Kurdan bidin wan û dû re divê ew li ser maseya danûstandinan rûnin. Lê niha, em bi çavên xwe tiştekî nabînin."
Safiye Çevîkê diyar kir ku ew welatekî dixwazin ku her kes li malê bi aramî bijî û got: "Divê kes nemire, ne gerîla û ne jî polîs. Em aştiyê dixwazin. Divê dayik negirîn. Divê dewlet vê pirsgirêkê çareser bike û aboriyê sererast bike."
Sezgîn Duman ê tirk got: "Kurd û Tirk bira ne. Bê guman, divê Kurd bikaribin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibînin." Melek Selîmê jî got: "Em aştiyê dixwazin."
LI WANÊ HÊVIYA GEL
Şêniyê Wanê Mûrat Bayad hêviyên xwe yên mezin ji bo pêvajoyê anî ziman û got: "Em hawirdoreke aştiyane dixwazin, bê pevçûn û şer. Şewitandina çekan ji aliyê PKK'ê nîşaneke erênî ya aştiyê ye, lê em dibînin ku desthilat gavên berbiçav neavêtine. Divê balê bikişîne ser siyasetê, ne li ser şer. Wekî civak, me nedîtiye komisyon tu gav avêtiye. Neberdana girtiyan me xemgîn dike. Divê ev aştî demildest were."
Abdullah Atîlla diyar kir ku kes naxwaze pêvajo bi dawî bibe û ev tişt anî ziman: "Hemû mirovên ku niha li Tirkiyeyê dijîn aştiyê dixwazin û ez hêvî dikim ku ew ê çêbibe. Ji 27'ê Sibatê vir ve me tiştekî berbiçav nedîtiye. Mînak, siyasetmedarên me yên mîna Bekir Kaya û Selahattîn Demîrtaş hîn jî di girtîgehê de ne. Ger aştî hebe, divê kes hev du nexapîne. Ez difikirim ku desthilat me dixapîne. Ez dixwazim li ser axa xwe bi aştî bijîm. Armanc û daxwaza me aştî ye. Li bajarên me hîn jî qeyûm hene. Qeyûm, Wanê 50 sal paşve xist. Niha ew mirovan ji karên wan derdixin. Wan ji bo Wanê kevirek jî daneniye ser kevir."
Sezer Rûstemoglû destnîşan kir ku pêvajo hêdî hêdî pêş dikeve û got: "Danîna çekan erênî ye, lê divê hin gav bên avêtin. Bêdengkirina çekan û rawestandina xwînrijandinê di vê heyamê de ji bo me hemûyan sûdmend bûye. Divê girtiyên siyasî werin berdan. Divê zimanê me yê zikmakî di dibistanan de hebe û qîmet lê were dayîn. Ez hêvî dikim ku ev pêvajo ji bo me pir baş biçe. Tevî kêmasiyan jî, heta niha baş diçe, lê em dixwazin van kêmasiyan çareser bikin."
Muhammed Esat Ustun destnîşan kir ku desthilat sozên xwe yên der barê pêvajoya aştiyê de bi cih neaniye û got: "Kes nizane niha çi diqewime. Wan got ku piştî ku PKK çek şewitand, ew ê pêvajoyeke aştiyê bidin destpêkirin, lê tu pêşketin tune. Em li benda desthilatê ne ku gav bavêje. Lê em nûçeyan temaşe dikin, tiştek tune. Anku der barê girtiyên nexweş de tu pêşketin tune. Li bajarên me hîn jî pirsgirêkên ewlehiyê hene. Li kolanan kontrolên berdewam ên qeydên sûc hene. Heta zarokên piçûk li kolanan radiwestînin, kontrolên qeydên sûc dikin û pirsan dipirsin."
Îhsan Duran diyar kir ku aştî tişta herî xweşik a cîhanê ye û got ku em êdî naxwazin cenaze werin vî welatî.
Berîtan Kayayê diyar kir ku ew baweriya xwe bi biryara Abdullah Ocalan û hewldana aştiyê tînin û got: "Banga aştiyê di demekêe wiha de hat ku tu kes ji me hêvî nedikir. Em hemû rêzeke mezin ji biryara birêz Abdullah Ocalan re digirin, ku bi salan e têkoşîneke mezin dide û wekî ciwan em her tim li pişta wî ne."
Gulten Orhanê diyar kir ku divê dijminatiya di navbera gelan de bi dawî bibe û got ku di pêvajoya aştiyê de berpirsiyarî dikeve ser milê jinan.