NAVENDA NÛÇEYAN - Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad û Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersozê berdewam dikin.
Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad ku ji bo bîranîna xebatkarên Çapemeniya Azad ên dema li ser karê xwe hatibûn qetilkirin cara 32’yemîn e tên lidarxistin, didomin. Pêşbirk, ji hêla rojnameya Yenî Yaşamê ve di beşên “Nûçeyên Kurdî”, “Nûçeyên Tirkî”, “Nûçeyên Vîdeo û Bidîmen”, “Wêne (Wêneyên nûçeyan)”, “Karîkatûr” û “Rojnamegeriya Jinê” tê lidarxistin. Her beşdar tenê dikare di beşekê de û bi yek berhemê tev li pêşbirkê bibe. Berhemên tên şandin ê li xwediyên wan neyên vegerandin û rojname dikare biweşîne. Serlêdan heta 10’ê Îlona 2025’an dê bidomin û berhemên hatine hilbijartin jî dê di 18’ê Îlona 2025’an de bên aşkerakirin.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) jî cara ewil dê îsal Xelatên Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersozê li dar bixe. Serlêdanên ji bo pêşbirkê berdewam in. Pêşbirk, ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz ku jina ewil bû li Tirkiyeyê gerînendeya giştî ya weşana rojnameyekê dikir û xebatkarên çapemeniyê yên jin tê lidarxistin. Serlêdan, di 17’ê Hezîranê de dest pê kirin û dê heta 28’ê Îlonê berdewam bikin.
Di pêşbirkê de dê di beşên “Nûçeyên Kurdî”, “Nûçeyên Tirkî”, “Wêne” û “Nûçeyên Vîdeo-Bidîmen” xelat bên dayin. Berhemên hatine hilbijartin dê di 6’ê Cotmehê de bên aşkerakirin. Di 8’ê Cotmehê de dê xelat bi merasîmekê radestî xwediyên wan bên kirin.