* Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê yên têkildarî “Mafê hêviyê” nirxand û got: “Mîna li Azerbaycanê divê li Tirkiyeyê jî biryarên mueyîdeyan bidin.”
* Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê diyar kirin ku ji bo pêvajo bi aştiyê biencam bibe divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û got: “Em dixwazin ziman, nasname û hebûna me bê naskirin.”
* Ekrem Berekat ku mamosteyê xwe rojnameger Seyît Evran vegot, diyar kir ku Evran stûneke dibistana Çapemeniya Azad bû û got: “Dibe ku ji hêla fîzîkî ve bi me re nebe lê tiştên wî hîn kirin hêj dijîn.”
* Bi hinceta protestoyên li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, der heqê siyasetmedar Reşat Aşan û Taylan Çelîk de bi îdiaya “Ji bo peywirê nedin kirin li ber xwe dane” doz hate vekirin.
* Sabrî Kaya ku di şer de 2 zarokên xwe winda kir, diyar kir ku ji bo êdî zarokê tu kesan nemirin hewceye dewlet gavan biavêje û got: “Bêyî Serok Apo” aştî nabe.”
* Waliyê Çewligê budçeya gundan ji bo kesên birin pîrozbahiya salvegera Şerê Milazgirê xerc kir.
* Bijîşkê Filistînî Emcet Saîdoglû, ji bo welatên weke “qirkirinê temaşe dikin” pênase dikir, got ku ji alîkariya xurekan zêdetir divê alîkariya siyasî bikin.
* Meclisa Dayikên Aştiyê beriya konferansa mezin a di 18-19’ê Cotmehê de dê li Riha û Êlihê pêşkonferansê li dar bixin. (11.00-12.00)
* Şaxa DAD’ê ya Enqereyê dê kongreya xwe ya 5’emîn li Navenda Giştî ya Tum Bel-Sen’ê li dar bixe. (13.00)
* ESP dê bi beşdariya Hevserokê Giştî Mûrat Çepnî li Sumerpark a Amedê bi mijara “Di pirsgirêka Kurd de çareseriya kedkar” li dar bixe. (13.00)
* Kommîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê dê li Amedê bi tevlibûna saziyên ziman li Navenda Kongreyan a ÇandAmedê bicive. (13.00)