Li Wanê ku milyonek nifûsa wê heye otopark tune ne!

  • rojane
  • 10:10 8 Cotmeh 2025
  • |

WAN - Li bajarê Wanê ku nifûsa wê milyonek û 122 kes derbas kiriye tenê yek otoparkeke pirqat heye lê ew jî nayê bikaranîn. Ajokarên Wanî bertek nîşanî vê rewşê dan. 

 
Li bajarê Wanê ku zêdetirî milyonek û 122 hezar nifûsa wê heye, bi salan e pirsgirêka otoparkê heye. Bajarê ku di statûya bajarê mezin de ye, wesayît cihê parkkirinê nabînin. Wesayîtên ku li kêleka rê tên parkkirin, dibin sedema pirsgirêka trafîkê û jiyana rojane ya welatiyan bi awayeke neyînî bandor dikin. Di dema Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê yên DBP'î Hatîce Çoban û Bekir Kaya de bi 7 milyon TL'an otoparkeke pirqat hate çêkirin. Qeyûm, hewl da vê otoparkê bifiroşe û piştî nekare bifiroşe jî hate xirakirin û veguherand navenda kar. Piştî ku dikandar neketinê, otopark li naverastê ma. Otopark, li taxa Şerefiye ya Rêya Armûşê li ser 6 hezar û 682 metrekareyan hatiye avakirin û bi kapasîteya 410 wesayîtan e. Lêbelê nayê bikaranîn.  
 
Li bajêr nebûna otoparkê dibe sedema gelek pirsgirêkan. Parkkirina bêkontrol ewlehiya trafîkê dixe xetereyê, dikandar û welatiyan mexdûr dike. Welatiyên ku cihê parkkirinê nabînin ji ber parkirinê cezayên pere li wan tên birîn.
 
‘WESAYÎT LI SER PEYARÊ TÊN PARKKIRIN’  
 
Welatiyê bi navê Necmî Kalçik, ev tişt got: “Ev 9 sal in Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji aliyê qeyûm ve tê rêvebirin. Qeyûm şaredarî kirine qada rantpwiriyê, ji bo gel jî xizmetê nakin. Ji bo vî bajarî ne rê ne jî otoparkê çêdikin. Êvarkî welatî bi saeatan di trafîkê de dimînin. Qeyûm li vir tenê reklama xwe dike. Li Wanê otoparkek tune. Dema em wesayîtên xwe park dikin, polîs tên li me ceza dibirin. Ji parkkirina li ser peyarê welatî nikarin bimeşin.”
 
‘PÊDIVIYA BAJÊR BI OTOPARKAN HEYE’  
 
Dikandarê bi navê Haci Ozdemîr, diyar kir ku otoparka milyon lê hatine xerckirin nayê bikaranîn, bi vî rengî li gel eziyet tê kirin û got: “Em gelek zehmetiyê dikşînin. Şaredarî bi karên vala re mijûl e. Tu xizmetek nayê kirin. Ev avahiya ku li pişt min xuya dike ev çend sal in wiha ma ye. Pêdiviya bajêr bi otoparkan heye.”
 
‘EM DIÇIN KOLANÊ NIKARIN SAETEK JÊ DERKEVIN’  
 
Ajokar Ebubekir Dînç, li dijî vê rewşê bertek nîşan da û wiha axivî: “Li vî bajarî tu xizmetek nîn e, ne rê ne jî otopark hene. Hemû wesayît li ser peyaran tên parkirin. Em li vî bajarî gelek pirsgirêk dijîn. Em cihê parkirinê nabînin. Ji ber parkkirina li ser peyaran welatî nikarin bimeşin. Dema em dadikevin kolanekî em nikarin saetekî jê derkevin.”
 
‘BAJAR DIXITIME’  
 
Ajokar Ramazan Korkmaz, got: “Em gelek eziyet dikşînin, trafîk zêde ye, otopark nîn e. Em ji Beşyolê heta vir hatine ev saetek e em li cihê parkkirinê digerin. Daxwaza me ew e ku otopark bên çêkirin, rêya hawirdorê bê çêkirin. Bila şaredarî ji bo welatiyên peyarêyan çêbike. Bi vî rengî bajar dixetime û qelebalixek zêde derdikeve holê.”
 
MA / Zeynep Durgut    
 

Sernavên din

15:46 Talankirina xwezayê li Amedê hate protestokirin
15:28 DEM Partiyê li Meclisê ji bo Demîrtaş çalakî li dar xist
15:27 Hunermendan banga ‘em aştiyê dixwazin’ kir
14:52 Civîna 14’an a komîsyonê dest pê kir
14:35 Bernameya bîranîna Komkujiya Gara Enqereyê diyar bû
13:56 Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê dê li gelek bajaran bê protestokirin
13:34 Erdogan: Bi DEM Partiyê re em li ser mijara tiştên dikarin bikin axivîn
13:30 DEM Partî li pêşiya Wezareta Dadê ye: Bi lîstikan hewl didin demê qezenc bikin
12:44 Kitekitên hevdîtina Erdogan a bi Trump re
12:25 Kurtulmuş bi serokwekîlên koma partiyan re civiya
12:06 ÎSÎG: Di Îlonê de 206 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
11:53 Temellî: Divê zemîna muzakereyê ya Ocalan behsa wê dike bê avakirin
11:13 Fermandarê HSD’ê: Hikûmeta Demkî agirbestê binpê dike
10:52 ‘Serkeftina pêvajoyê dê komployê vala derxîne’
10:33 MKG û DFG’ê Gurbetellî Ersoz bibîr anî
10:25 Komploya navneteweyî dê li Amedê bê protestokirin
10:10 Li Wanê ku milyonek nifûsa wê heye otopark tune ne!
09:48 Yaşa: Heta ku Ocalan li Îmraliyê be ev tê wateya domandina tecrîdê
09:28 Ji Komîteya Amadekar banga beşdarbûnê li mitînga Êlihê
09:08 Banga ji bo mitîngê: Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê Ocalan azad be
09:04 Doz di 9'ê Cotmehê de ye: Bila dawî li bêhiqûqîtiya li Hesendînê bê
09:03 Mehmet Ocalan: Divê tiştên hatine gotin pêk bên
09:02 Meclisa Tenduristiyê ya HDK'ê li Îzmîrê amadekariya têkoşîna li dijî tiryakê dike
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2025'AN
07/10/2025
17:02 Li Elkê û li Silopiyayê standên îmzeyê hatin danîn
16:16 Şîna Daniş û Acar bi girseyî hate ziyaretkirin
16:13 Yuksel Genç: Meşeke 26 sal in didome ye
15:01 Jinên ku ber bi Enqereyê ve meşiyan dê li Meclisê hevdîtinan bikin
14:58 Bahçelî: Divê komîsyon biçe Îmraliyê
14:20 Ji bo meşa li dijî komployê banga tevlibûnê
13:23 Li Meclisê dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin
13:20 Danişîne Nîmet Tanrikulu hate taloqkirin
12:38 Tulay Hatîmogûllari: Aştî dê rê li ber avakirina Komara Demokratîk veke
12:37 Şaredariya Nisêbînê dê ‘Mihrîcana Çand û Hunerê’ li dar bixe
11:41 Danişîna rojnameger Nûrcan Yalçin hat lidarxistin
11:32 Qeydên dibistana Egîdê Cimo didomin
11:17 Mehmet Uzun dê li Amedê bê bibîranîn
10:47 Muzakereyên Hamas û Îsraîlê didomin
10:35 Di şewata 15 kes miribûn de faîl nehate tespîtkirin!
10:24 Jinan li Enqereyê bang kir: Gavên siyasî û hiqûqî biavêjin
09:54 Rêveberiya Xweser û PYD’ê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga berxwedanê kirin
09:41 Qirkirina daran a li Eskarê ber bi Beyrokê ve fireh bû
09:37 Li Mêrsînê mînîbûsa karkeran qeza kir: 5 kes mirin
09:21 Hevberdevka Yekitiya Demokratîk: Divê em li ser statuya gelê Kurd bisekinin
09:16 Bi perspektîfa Abdullah Ocalan li ber xwe didin
09:11 Meşeke bêdawî: Bi hêviyê ber bi azadiyê ve
09:06 Dikandarên Bazara Gel a Mezin li benda çareserkirina pirsgirêkan in
09:04 Ji bo mitînga Êlihê bang: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan li qadê bin
09:02 Li Pasûrê dema gûzan
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2025'AN
06/10/2025
22:41 Jinên ku gihîştin Enqereyê: Bila Abdullah Ocalan serbest bê berdan
22:34 Mîhrîcana Hîlarê bi konsera Xecê û Xêro Abbas bi dawî bû
18:39 Jinên ji Amedê meşiyan li Enqereyê ne
16:58 Di Şahiya Gastronomiyê ya Hîlarê de ji bo zarokan pêşbirk hate lidarxistin
16:56 16 baroyên Kurdistanê: Çareseriya mayinde bi esasgirtina serweriya hiqûqê dibe
15:53 Li Pasûrê li dijî talanê mitîng: Em bi hev re jiyanê biparêzin
15:17 Kurt piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin: Em ê têbikoşin
14:00 Ji ber ferzkirina kelemçeyê red kir nehat tedawîkirin
13:41 Gelek kes çûn serdana şîna Zeynep Kayayê: Dê di têkoşîna me de bijî
13:29 Talebanî: Ji bo Êzidî vegerin ser axa xwe em ê piştgiriyê bidin
13:22 Têkildarî firotina tîşortên bi ‘Torosa Spî’ serlêdana sûc hate kirin
13:17 Profesor Robinson: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
13:12 Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine dorpêçkirin
12:57 Serokwezîrê Fransayê îstîfa kir
12:17 Ji têkoşîna çekdarî ber bi akademîsyeniyê ve: Divê Ocalan bê şert azad be
12:09 Çîgdem Dogû: Divê jin bi awayekî komunal xwe birêxistin bikin
11:55 Baroya Amedê banga berdana Demîrtaş û girtiyên din kir
11:26 Çeteleya JINNEWS’ê ya meha Îlonê: 19 jin hatin qetilkirin
11:16 Fuad Bêrîtan: Em li Îranê ji bo hemû senaryoyan amade ne
10:55 Jin dixwazin keda wan bê dîtin
10:31 Encama Xelatên Rojnamegeriyê ya Gurbetellî Ersozê diyar bûn
10:15 Di bîranînên Mîralayê Rûs Tomîlov de bajarê Amedê
09:58 Li Elkê wêneyê talanê: Daristanên Kespiyanişê di 3 mehan de hatin tunekirin
09:45 Li dijî Rafîneriya Zêr a Stenbolê operasyon: 21 kes hatin binçavkirin
09:37 Planên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê: Dixwazin bi destê eşîran zemîna şer ava bikin!
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2025'AN
05/10/2025
16:57 Hikûmeta Demkî ya Şamê cejnên gelan tune hesibandin
16:40 Meşa jinan gihîşt Mersînê: Rêya firsenda dîrokî di Îmraliyê re derbas dibe
15:04 Rêya Tebqa-Selemiyê hat girtin
14:52 Ji Koreya Bakur li hemberî leşkerên amerîkî 'tevdîrên taybet'
14:44 Li Laziqiyê êrişî rojnamevanekê hat kirin
14:34 Ji bo Stenbolê hişyarî: Ava bendavan kêm dibe
14:28 Ji bo Gedîk ê ku ji ber gotina ‘rêzdar Ocalan’ tehliyeya wi hatibû taloqkirin serlêdan hate kirin
14:01 Dêr Hafir hat bomberankirin: Kesek birîndar bû
13:52 Peyam ji bo meşê: Divê Ocalan azad be
13:49 Îranê kolberekî kurd kuşt
13:42 Xwebûn bi manşeta ‘Ji bo Azadiyê’ derket
13:41 Di 9 mehên dawî de li Îranê 38 jin hatine darvekirin
13:26 Nagihan Akarsel li Manîsayê hat bibîranîn
13:24 Peyama Komîteya Dîplomasiyê ji bo meşvanên jin: Em hêzeke mezin ji sekna we werdigirin
13:11 Li Nepalê ji ber barana zede herî kêm 42 kes mirin
13:05 Hikûmeta demkî dest bi tayinkirina endamên meclisê kir
12:45 MKG'ê rapora binpêkirinan a Îlonê eşkere kir
12:45 Îsraîl rexmê ‘plana aştiyê’ êrişê Xezeyê kir
12:30 'Bila perwerdehiya bi zimanê dayikê bi destûra bingehîn bê misogerkirin'
12:13 Hatîmogullari û Bakirhan bi Mirovên Aqilmen re civiyan
11:59 Piştî 30 salan hat berdan: Em xwedî li banga Ocalan derdikevin
11:58 Îranê girtiyekî kurd bi darve kir
11:52 Bang ji bo fînala meşê
11:37 Ji meteorolojiyê hişyarî der barê baranê de