AMED - Li ser îfadeya şahidê nepen “K8Ç4B3L1T5”, der heqê rojnameger Abdurrahman Gok de îdianameyeke nû hate amadekirin. Şahidê nepen der heqê Gok de dibêje "Wêneyê bêbandorkirina Kemal Kurkut a ji hêla hêzên ewlehiyê ve, Abdurrahman Gok kişandî ye” û îdianame li ser vê îfadeyê hatiye vekirin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der barê rojnameger Abdurrahman Gok de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” a bi daxwaza yekkirina dosyayê, îdianameyeke nû amade kir. Şahidê nepen "K8Ç4B3L1T5" di demên berê de der heqê gelek rojnamevanan de îfade dabû. Şahidê nepen di îfadeya 18’ê Cotmeha 2022’yan de ji bo Gok îdiayên weke “di Komîteya Çapemeniya KCK’ê de ye” û “berpirsiyar e” kir. Şahidê nepen "K8Ç4B3L1T5" ji bo Gok ev tişt îdia kir: “Bi zimanê Ingilizî, Fransî, Almanî, Erebî û Farisî dizane.” Herwiha şahidê nepen di îfadeyê de got di dema êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê de Gok çûye herêmê û “li gorî îdeolojiya rêxistinê nûçe çêkirî ye. Di civîn û di daxuyaniyên ji bo rojnamevanên girtî de wek nûner diaxive.”
Şahidê nepen, di îfadeya xwe de îdia kir ku Gok li ser navê rêxistinê ji bo ajansên li bajarên din nivîsan dişîne û talîmatan dide û îdiaya xwe wiha domand: "Ez dizanim; yek ji talîmatên wî ew e ku ji bo rojên girîng ên wek 15’ê Sibat û 9’ê Cotmehê talîmata nîvîsandina nivîsan dide.”
‘WÊNEYÊ BÊBANDORKIRINA KURKUT KIŞAND’
Wêneyê rojnameger Gok ku kêliya qetilkirina Kemal Kurkut a di Newroza 2017'an a Amedê de jî di îdianameyê de cih girt. Wêneyê ku heta niha hêjayî gelek xelatan hatiye dîtin, di îdianameyê de wek “agahiyeke nehênî” cih girt û ev wêne wek “têkiliya rêxistinî” hate şîrovekirin. Berê der heqê Gok de şahidê nepen "Sabir" di îfadeya xwe de ev îdia kiribû niha jî îdianame li ser îdiaya "K8Ç4B3L1T5" hatiye amadekirin. Di îdianamê de wiha tê gotin: "Di sala 2017’an di pîrozbahiya Newroza Amedê de kesê ku wêneyê bêbandorkirina Kemal Kurkut kişandî ye…”
Îdianameya ku bi daxwaza yekkirinê hatiye amedekirin ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hate qebûlkirin û bi dosyaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” re krin yek dosya. Danişîna doza Gok dê di 25’ê Mijdarê de bê lidarxistin.
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel