STENBOL - Qeydên atolyeya Jineolojiyê ya ku dê li navçeya Avcilar a Stenbolê bê lidarxistin, dest pê kir.
Li Stenbolê atolyeya Jineolojiyê yên sala 2025’an dest pê dike. Dîroka qeydên atolyeyê di navbera 15-30’ê Cotmehê de ye. Qeydên atolyeya ku dê 2’yê Mijdarê dest pê bike, dê li ser navnîşana instagram/jineolojiaolyeleri bidomin. Bernameya atolyeya ku dê li navçeya Avcilar a Stenbolê bê destpêkirin, diyar bû.
Bernameya atolyeya ku dê di rojên Şemiyê de saet di 15.00-17.00’an de bê lidarxistin wiha ye:
* Wek Pêşniyaza Zanista Jinê Jineolojî
* Rêbaz û Heqîqet
* Polîtîkayên Zayendê û Azadiya Zayenda Civakî
* Hevjiyana Azad
* Etîk-Estetîk û Azadî
* Di Sedsala 21’an de Şoreşa Jinê