Mediha Yuksel: Divê tevgerên sosyalîst destê tevgera Kurd xurt bikin

img

STENBOL - Endama PM’ê ya Partiya Şoreşger Mediha Yuksel, anî ziman ku divê tevgerên sosyalîst destê tevgera Kurd xurt bikin û got: “Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan azad bibe û karibe di mercên guncav de bixebite.”

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de hat destpêkirin, bi biryara Tevgera Azadiyê ya Kurd a 26’ê Cotmehê ku gotin dê hêzên xwe ji Tirkiyeyê vekişînin, derbasî qonaxeke nû bû. Gelek derdorên civakê bang li desthilat û dewletê dikin ku gavên şênber biavêjin.
 
Endama Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Şoreşger Mediha Yuksel, nêzîkatiya partiya xwe ya derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de nirxand. Mediha Yuksel destnîşan kir ku ew wekî Partiya Şoreşger li pirsgirêka Kurd wekî “pirsgirêkeke neteweyî” dinirxînin û ev tişt got: “Em li gorî nêrîneke Marksîst û Lenînîst, di çarçoveya mafê çarenûsa neteweyan de nêzî mijarê dibin. Nêzîkatiya Marks û Lenîn a li ser pirsgirêka neteweyî ji bo me sosyalîstan perspektîfek esasî ye. Rêgeza Lenîn a mafê çarenûsa neteweyan ne tenê daxwazeke destûra bingehîn e, di heman demê de mafê hevjiyanê ya bindestan, mafê veqetînê, xweserî, federasyon, eyalet û hwd. jî di nav de, bi awayekî bê şert û merc mafê diyarkirina paşeroja xwe ya siyasî ye. Em jî li gorî vê yekê nêzîk dibin. Berpirsyariya sosyalîstan di meseleya Kurd de ev e ku vê çarenûsî bi têkoşîneke rêxistinkirî biguherînin. ”
 
‘EM Ê BI HEV RE TÊBIKOŞIN’
 
Mediha Yukselê destnîşan kir ku muxatabê çareserkirina pirsgirêka Kurd, gelê Kurd û tevgera Kurd e û wiha pê de çû: “Muxatabê çareseriyê gelê Kurd, Kurd bi xwe ne. Dema em pirsgirêkekê bibînin, em tenê rexne û pêşniyarên xwe yên dostane û hevaltiyê dikin. Em wekî kevneşopî jî, ji sala 1976’an ve azadiya gelê Kurd diparêzin. Çawa wê rojê, beriya ku şer derkeve, me têkoşîn û azadiya gelê Kurd diparast, îro jî em xwedî heman helwestî ne. Biryara aştiyê, biryara gelê Kurd û tevgera Kurd e. Em vê biryarê nas dikin. Çawa ku me biryara şer nas kir, em ê vê biryara wan jî nas bikin. Di vê çarçoveyê de em ê bi hev re têbikoşin.”
 
‘GAVNEAVÊTINA DEWLETÊ PÊVAJOYÊ DIRÊJ DIKE’
 
Mediha Yukselê rave kir ku tevgera Kurd gavên girîng avêtine û “mafê pêvajoyê” daye, lêbelê dewletê gav neavêtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hîn jî didome. Girtiyên nexweş nehatine berdan, verastkirina înfazê nayê kirin, qeyûm didome. Vekişîna PKK’ê ji Tirkiyeyê, ji bo berdewamkirina muzakereyên li ser masê, pêkanîna berpirsyariya ku dikeve ser milê wê ye. Hîn operasyon didomin, astengkirina bihêzbûna çîna karker didome, êrişên li ser tevgera ciwanan, êrişên li ser hemû destkeftiyên ji bo rizgariya jinan, di pêvajoyeke ku tew partiyên burjuvayî jî tê de rastî êrîşan tên, di pêvajoyeke ku kêmtirîn demokrasî jî tê de tune ye de, gelek gavên ku dewlet biavêje hene. Zimanê dayikê, qeyûm, girtiyên nexweş, divê ev mesele bên çareserkirin. Lêbelê israra neavêtina gavan didome û ev jî dibe sedema dirêjbûna pêvajoyê.”
 
‘DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE’
 
Mediha Yuksel diyar kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û divê “mafê hêviyê” bê bicihanîn û bi domdarî wiha got: “Mafê hêviyê ne tenê ji bo rêzdar Abdullah Ocalan e, dê gelek girtî jê sûd werbigirin. Di vê çarçoveyê de divê ‘mafê hêviyê’ bê bicihanîn. Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û karibe di mercên guncaw de bixebite.”
 
 TEMÎNATA DESTÛRA BINGEHÎN
 
Mediha Yukselê bal kişand ser girîngiya verastkirina destûra bingehîn di çareseriya pirsgirêka Kurd de û got: “Ji ber ku ewlehiyeke hiqûqî tune bû, koma gerîlayan a di sala 2013’yan de ji Xabûrê hat, rastî êrişeke hiqûqa dijmin hat. Di encamê de, her çendî ji têkoşîna çekdarî vekişe jî, ev nayê wê wateyê ku têkoşîn bi dawî bûye. Ev tê wateya ku rêbaza têkoşînê wê nû bibe, wê mewziyeke nû çêbibe. Ji ber vê yekê, divê qanûnên derbasbûnê di bin temînata destûra bingehîn de bên girtin. Helbet, ka dewleta ku destûra bingehîn bicîh nayîne dê vê qanûnê bicîh bîne an na, wekî muammayekê dimîne. Lêbelê qanûnîkirina vê meseleyê jî, di nava xwe de, gavek e ku nîşan dide dewlet çiqas bi cidî nêzîk dibe. Ji ber ku piştî gavên vekişîna PKK’ê ji Tirkiyeyê jî, hîn jî gotina yek ziman, yek ol, yek nijad, yek milet xeta sor a kodên dewletê ye. Rewşa wê neguheriye.”
 
‘BERPIRSIYAREKE MEZIN DIKEVE SER MILÊ TEVGERÊN SOSYALÎST’
 
Mediha Yuksel anî ziman ku divê têkoşîna jinan û çîna karker bi tevgera Kurd re têkoşîna hevpar bilind bikin û da zanîn ku divê qanûna entegrasyonê jî derkeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê çep û sosyalîstan. Li vir, xurtkirina dest têkoşîna gelê Kurd, girîng e. Divê destê dewletê an jî desthilatê di vê meseleyê de bê lawazkirin. Tenê bi vî awayî em dikarin bi ser bikevin. Ji ber ku diyalektîka me ya du welat, du şoreşan didome. Heta gelê Kurd azad nebe, çîna karker a Tirkiyeyê; heta çîna karker a Tirkiyeyê azad nebe, gelê Kurd azad nabe. Ev tişt hevgirêdayî ne. Di vê çarçoveyê de xurtbûna yekî, ya din jî xurt dike. Ji ber vê yekê îro em ê li kêleka gelê Kurd ê ku biryara aştiyê daye bin û dengê têkoşîna demokratîk bilind bikin.”
 
MA / Omer Îbrahîmoglû

Sernavên din

08/11/2025
18:36 Abdullah Ocalan: Kurd bêyî ku ji hebûna xwe tawîz bidin, divê pêşengiyê bikin
16:23 Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin
15:58 Serdana şîna Yakup Tûncer kirin
15:36 Nobeda Edaletê didome
15:33 Ji Îlham Ehmedê piştgirî ji bo 'rakirina mueyîdeyan'
14:59 Ji bijîşkan banga piştevaniyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:16 Li çar bajaran ji bo windayan çalakî
14:02 Dayikên Şemiyê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş edalet xwestin
13:42 Bi girseyî serdana şîna Lokman Çîftçî hat kirin
13:37 Dermankirina Zeynep Celaliyanê tê astengkirin
13:07 Ji bo meşa li Kolnê gel li qadê kom dibe
13:00 Li Şirnexê qeza: 19 kes birîndar bûn
12:56 Li Amedê konferansa ‘Ber bi bajarên jinan ve’
11:11 Sozdar Avesta: Azadiya Rêber Apo bingeha têkoşînê ye
10:44 Li Girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafan: Bingeha provakasyonê tê amadekirin
09:48 'Divê jin ji bo bidawîbûna şer bi hemû hêza xwe bitêkoşin'
09:23 'Êdî axatin têr nake, gavên li gor ruhê pêvajoyê divê'
09:09 Ji ber fiyetê kêm bi hezaran berhem di nava zeviyê de man
09:07 Li bajarê ku 2 hezar û 700 nexweşên çolyakê hene beşa Gastroenterolojiyê tune ye!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2025'AN
07/11/2025
16:21 Di meha Cotmehê de 217 kes li Îranê hatin bidarvekirin
15:47 Girtiyê qeyrana dil derbas kiribû birin girtîgehê
15:40 Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê: Em kampusên ewle dixwazin
15:34 Doza Delal Gencer a ku di êrişa nîjadeperst de jiyana xwe ji dest dabû taloq bû
14:57 Ji girtîgehan bo Aykol name: Pêdiviya me bi hevrêtiya te heye
13:15 Dîroknasê Îtalî: Gavên PKK’ê hêviya mirovahiyê geş kirin
12:45 Abdullah Ocalan pênûs diyariyê Suryan û Êzidiyan kir
11:39 Bajarê Annecy hemwelatiya rûmetê da Nêrgiz Mihemedî
11:35 Ayşegul Dogan: Niha dema guhdarîkirina li Abdullah Ocalan e
10:54 Fabian Molina: Ji bo serkeftina pêvajoyê verastkirinên qanûnî şert e
10:42 Bagera Kalmaegiyê ji Vîetnamê ber bi Kamboçyayê ve pêş dikeve
09:58 Li Wanê di 2 salan de 28 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
09:44 Li Balikesîrê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
09:29 'Mayindebûn û parastina pêvajoyê bi mîsogerkirinên hiqûqî pêkan e'
09:27 Dê ‘Bajarên Jinan' bên îlankirin
09:19 Dikandarên biçûk ji ber marketên mezin naxebitin
09:15 Rojnamevan Şêx Nûr: Hikûmeta Şamê di neavêtina gavan de israr dike
09:14 Akademîsyena Aştiyê: Divê dewlet bi reformên qanûnî bersiva pêvajoyê bide
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2025’AN
06/11/2025
19:54 Bi girseyî serdana Bîlgî hat kirin
15:32 Xwendekarên Zanîngeha Bîlkentê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
14:45 Agahî nedan malbata girtiyê ku qeyrana dil derbas kirî
14:45 Dadgehê biyara AYM’ê bi cih neanî: Ji nû ve darizandina Kahraman red kir
14:16 Hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re vegot: Qîmetê dide cihgirtina CHP'ê ya di pêvajoyê de
13:13 Doza mertalên zindî ji ber cezayê zêde hat betalkirin
12:09 Akgok piştî 31 salan tehliye bû
11:56 Qirkirina daran a di bin çavdêriya leşkeran de didome
11:33 MYK'a DEM Partiyê civiya
11:08 Li Amedê dê ‘Bazara Pevguhertinê’ bê danîn
11:07 Çolterê Siwêdayê hate bombebarankirin
11:03 Li Filipînan bager rabû: 114 kes mirin
10:46 Welatî dixwazin li şûna Dibistana Polîsan park were çêkirin
10:35 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 25 jin hatin qetilkirin
09:56 Li Wanê ji ber zivistanê eleqeyeke zêde ji bo biharatfiroşan heye
09:48 Xwendekar û malbatên wan ji bo serbihurê çalakiyê dikin
09:34 Ji bo îfadeyê bang li 6 rojnamegeran hate kirin
09:32 Tîryakî: Gavavêtin dê rêya entegrasyonê vebike
09:25 Rojnamevan Germiyanî: Ger partiyên Kurd li parlamentoyê bibin yek dê pirsgirêk çareser bibin
09:07 Prof. Dr. Gunerhan: Divê em ji bo pêvajoyê bixebitin
09:06 Dîroka ji nû ve darizandina hevşaredar Akiş diyar bû
09:01 Mediha Yuksel: Divê tevgerên sosyalîst destê tevgera Kurd xurt bikin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2025'AN
05/11/2025
18:45 Îlham Ehmed: Divê pergalekî nenavendî û demokratîk bê avakirin
18:24 Deklarasyona Meclisa Neteweyî ya Fransayê ji bo mafê hêviyê
17:47 Li Îranê cezayê 5 mamostayên Kurd hate erêkirin
17:22 Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re civiya
16:53 Fîgen Yuksekdag: Dema qezenckirina demokrasiyê ye
16:31 DYA'yê xwest mueyîdeyên NY'yê yên li ser El-Şara bên rakirin
16:13 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:13 Karkerên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin çalakiya xwe bi dawî kirin
15:21 Li Bedlîsê protestoya 4'ê Mijdarê
15:20 Ji Demîrtaş banga ‘Bila komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike’
15:10 Cezayê muebbeda girankirî dan faîlê Hatîce Agcakaleyê
14:27 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyên siyasî re hevdîtinê bike
14:22 Erdogan ji bo Demîrtaş got: Daraz çi biryarê bide em ê li gorî wê tevbigerin
14:15 Karkerên nexweşxaneya bajêr doza meaşê xwe kirin
13:49 DEM Partiyê li ber Girtîgeha Sîncanê bang kir: Divê îktîdar li gorî pêvajoyê tevbigere
13:46 Şêniyên Wanê: Bila girtiyên Doza Kobanê demildest bên berdan
13:44 Erdogan: Pêvajo derbasî qonaxeke nû bû, divê li hemû aliyan bê guhdarîkirin
13:40 Bi girseyî serdana şîna Akgun kirin
13:33 Bertek nîşanî kontrolkirina nasnameyê da, hat derbkirin
13:31 Der heqê Şenbayram ê li dijî tacîza li zarokan hatiye kirin nobet digirt lêpirsîn vekirin
13:20 Hevpeyvîna têkildarî Gulistan Doku û Rojîn Kabaîşê weke sûc hat dîtin!
12:20 Di çarçoveya lêpirsîna Şaredariya Antalyayê de 8 kes hatin binçavkirin
11:48 Ji bo weşanger Zal cezayê hefsê hat xwestin
11:12 Îtîraza CHP’ê ya li dijî qeyûm hate redkirin
11:11 Mamdani bû şaredarê Misilman ê ewil ê New Yorkê
10:58 Li Bosna Hersekê şewat: 10 kes mirin, 20 kes birîndar bûn
10:58 Li DYA'yê balafira UPS kargoyê ket: 7 mirî, 11 birîndar
10:50 Hevşaredarên hatin berdan: Dê têkoşîna me ya ji bo aştiyeke birûmet bidome
10:17 Girtî Bîrkan: Bi destpêkirina pêvajoyê re zext zêde bûne
10:16 Pîr: Dê beşdariyeke xurt a li mîtînga Kolnê destê Abdullah Ocalan xurt bike
10:15 Doza tacîzê ya li Cizîrê di 20’ê Mijdarê de ye: Em zarokan bi tenê nehêlin
09:42 Bihayên xanî û kirê li Wanê zêde dibin: Her kes mexdûr e
09:34 Ercan Yilmaz: Divê qanûnên entegrasyonê li gor hewcedariyan bin
09:27 Bûn awazên 'çiya' niha jî dixwazin bibin pêşengên pêvajoya demokratîk
09:17 5 sal in cenazeyê endamê HPG'ê nadin malbatê
09:13 Serokê Konseya Çerkesya: Pêvajo ji bo avakirina welatek demokratîk firsend e
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2025’AN
04/11/2025
20:25 Têkoşîna 223 karkeran didome