Tîryakî: Gavavêtin dê rêya entegrasyonê vebike

img
STENBOL - Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê verastkirinên hiqûqî pêwîst in û got: “Gavavêtin dê rê li entegrasyon, yekbûna civakî û biratiya Kurd û Tirkan vebike.”
 
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê, pêvajo bi gavên şênber ên Tevgera Azadiya Kurd dewam dike. Bala raya giştî ji bo qanûnên entegrasyonê û gavên şênber li hikûmet û dewletê ye. Di vê çarçoveyê de Lijneya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a DEM Partiyê li Stenbolê "Konferansa Demokrasiya Xwecihî" li dar xist û tê de mijarên "Aştiya Bajêr" û "Demokrasiya Xwecihî û Qeyûm" hatin nîqaşkirin.
 
Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Parlamenterê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî yê ku beşdarî konferansê bû, gavên ku divê ji bo pêvajoyê bên avêtin û guhertinên hiqûqî nirxand. 
 
Tîryakî destnîşan kir ku bidawîbûna pêvajoya pevçûnê bi tena serê xwe jî pêşketineke wisa ye ku dê gelek deriyan vebike û wiha got: “Li gelek deverên cîhanê li ser bingehên cuda şer û pevçûnên navxweyî rûdan. Li wan deran jî gavên bi vî rengî hatin avêtin. Em jî li Tirkiyeyê vê yekê dijîn û di demeke ne pir dirêj de gelek pêşketinên mezin çêbûn. PKK’ê di şert û mercên pir zehmet de kongreyek li dar xist û biryara xwefesixkirinê da. Piştre, gavên cidî hatin avêtin û çek hatin şewitandin. Herî dawî hat ragihandin ku gerîlayên li nava Tirkiyeyê ber ji Tirkiyeyê hatine vekişandin û vekişîn dewam dike. Herwiha hat ragihandin ku ji bo provokasyonek çênebe, li cihên nêzî sînorê Tirkiyeyê jî mewzî hatine valakirin.”
 
‘ENTEGRASYON Û YEKBÛNA CIVAKÎ’
 
Tîryakî destnîşan kir ku ew di qonaxa herî girîng a çareseriyê de ne û divê gavên ku dê pêvajoya pevçûnê bi dawî bikin, bên avêtin û wiha pê de çû: “Em hêj behsa çareserkirina pirsgirêka Kurd, çareserkirina pirsgirêka rêveberiyên herêmî û guhertina qanûnên antî demokratîk nakin. Em behsa qanûnên derbasbûnê yên ku dê bidawîkirina pêvajoya pevçûnê misoger bikin, dikin. Pêwîst e di vî warî de gavek bê avêtin. Heger em bixwazin li Tirkiyeyê careke din pêvajoya pevçûnê çênebe, divê ev gav bên avêtin. Pêwîst e derbarê gerîla û girtiyan de verastkirinek hiqûqî bê kirin. Bi îdiaya PKK’î ye û propagandayê dike, bi sedan dozên cezayê hene. Ji ber vê gefê bi sed hezaran kes li derveyî welat in. Avêtina pêngaveke derbarê vê de, dê rê li entegrasyon, yekbûna civakî û xweş û biratiya rastîn a Kurd û Tirkan vebike. Em difikirin ku heke parlamento di mehên Mijdar an Kanûnê de însiyatîfê bigire, dê di vî warî de gav bên avêtin.”
 
‘DIVÊ PARLAMENTO ÎNSIYATÎFÊ BIGIRE’
 
Tîryakî anî ziman ku niha serdema budçeyê ye û gotûbêjên têkildarî budçeyê tên kirin, lê di vê serdema budçeyê de jî verastkirinên hiqûqî tên kirin û wiha domand: “Tenê ji bo guhdarîkirinê civînek Komîsyonê maye. Piştî wê dibe ku partiyên siyasî raporên xwe amade bikin. Her partiyeke siyasî amadekariya wê ya derbarê pêvajoyê de heye. Divê parlamento di vî warî de demildest gavekê biavêje; ev gav dê hem baweriya civakî çêbike hem jî aşitîyê civakî bike. Bawer bin piştî ku ev verastkirina hiqûqî çêbû, em ê bikaribin gelek mijaran li vî welatî bi hêsanî nîqaş bikin.”
 
‘BÊYÎ GUHERTINA QANÛNÊ, GAVÊN KU DIKARE BÊN AVÊTIN HENE’
 
Tîryakî destnîşan kir ku ji bo çareserkirina hin mijaran guhertina destûra bignehîn û verastkirina hiqûqî pêwîst in, ji bo hin mijaran jî gelek gav hene ku desthilat dikare bi tevdîreke li gorî hiqûqa heyî biavêje û wiha pê de çû: “Li şaredariyên DEM Partiyê, 2 jê bajarên mezin 6 bajarab û 4 navçeyan, qeyûm hatin tayînkirin. Wezaret 3 mehan carekê biryara dirêjkirina dûrxistina ji wezîfeyê dide. Gger Wezareta Navxweyî biryareke nû nede, dikare vegera 10 hevalên me bo ser kar misoger bike. Zemîna hiqûqî ya vê heye; derbarê Ahmet Turk de biryara beraetê, derbarê Hevşaredarên Akdenîzê yên Mêrsînê de jî biryara tehliyeyê hat dayîn. Hevşaredarên Dêrsim, Êlih û Qaqizmanê li derve ne û ev hemû divê bikaribin vegerin ser karên xwe. Mijarên di girtîgehan de jî ew mijar in ku bêyî hewcedariya tu qanûn, guhertina destûra bingehîn û biryara îdarî dikarin bên çareserkirin. Li her girtîgehê bi biryara lijneya îdarî û çavdêriyê, girtiyên siyasî yên 30 sal cezayên xwe temam kirine nayên berdan û girtiyên siyasî yên xetereya jiyana wan hene nayên berdan. Em li ser rêyan dinivîsin ‘pêşî peya’ walî û midurên ewlehiyê di nîvê şevê de diçin û jê dibin. Ji bo vê yekê ne hewceye guhertina qanûnê çêbe. Li saziyên cemawerî Kurdî wek gef dîtin  bi xwe gef e li aştî û xweş û biratiyê ye.”
 
MAFÊ HÊVIYÊ
 
Tîryakî bi bîr xist ku Tirkiye alîgirê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên derbarê “mafê hêviyê” yên ku hatine dayîn, wiha got: “Li Tirkiyeyê biryara yekem, biryara derbarê rêzdar Ocalan de ye. Ne tenê rêzdar Ocalan, biryareke ku bi hezaran girtiyên di girtîgehan de eleqedar dike. Biryara DMME’ê li Tirkiyeyê ji destûra bingehîn jî bilindtir e. Tenê bi bicihanîna biryara DMME’ê, dikare di derbarê ‘mafê hêviyê’ de gavek bê avêtin. Gelên me di nava hêviyeke mezin de ne; ew hêvî dikin û dixwazin, bawer bikin ku ev pêvajoya pevçûnê dê bi dawî bibe. Lêbelê pirsgirêka bêbaweriyê ya li hemberî desthilatdariya siyasî heye. Avêtina van gavan dê bibe wesîleya civakîbûna aştiyê û baweriya girseyên mezin bi vê pêvajoyê.”
 
MA / Yeşîm Tukel

Sernavên din

08/11/2025
18:36 Abdullah Ocalan: Kurd bêyî ku ji hebûna xwe tawîz bidin, divê pêşengiyê bikin
16:23 Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin
15:58 Serdana şîna Yakup Tûncer kirin
15:36 Nobeda Edaletê didome
15:33 Ji Îlham Ehmedê piştgirî ji bo 'rakirina mueyîdeyan'
14:59 Ji bijîşkan banga piştevaniyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
14:16 Li çar bajaran ji bo windayan çalakî
14:02 Dayikên Şemiyê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş edalet xwestin
13:42 Bi girseyî serdana şîna Lokman Çîftçî hat kirin
13:37 Dermankirina Zeynep Celaliyanê tê astengkirin
13:07 Ji bo meşa li Kolnê gel li qadê kom dibe
13:00 Li Şirnexê qeza: 19 kes birîndar bûn
12:56 Li Amedê konferansa ‘Ber bi bajarên jinan ve’
11:11 Sozdar Avesta: Azadiya Rêber Apo bingeha têkoşînê ye
10:44 Li Girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafan: Bingeha provakasyonê tê amadekirin
09:48 'Divê jin ji bo bidawîbûna şer bi hemû hêza xwe bitêkoşin'
09:23 'Êdî axatin têr nake, gavên li gor ruhê pêvajoyê divê'
09:09 Ji ber fiyetê kêm bi hezaran berhem di nava zeviyê de man
09:07 Li bajarê ku 2 hezar û 700 nexweşên çolyakê hene beşa Gastroenterolojiyê tune ye!
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2025'AN
07/11/2025
16:21 Di meha Cotmehê de 217 kes li Îranê hatin bidarvekirin
15:47 Girtiyê qeyrana dil derbas kiribû birin girtîgehê
15:40 Xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê: Em kampusên ewle dixwazin
15:34 Doza Delal Gencer a ku di êrişa nîjadeperst de jiyana xwe ji dest dabû taloq bû
14:57 Ji girtîgehan bo Aykol name: Pêdiviya me bi hevrêtiya te heye
13:15 Dîroknasê Îtalî: Gavên PKK’ê hêviya mirovahiyê geş kirin
12:45 Abdullah Ocalan pênûs diyariyê Suryan û Êzidiyan kir
11:39 Bajarê Annecy hemwelatiya rûmetê da Nêrgiz Mihemedî
11:35 Ayşegul Dogan: Niha dema guhdarîkirina li Abdullah Ocalan e
10:54 Fabian Molina: Ji bo serkeftina pêvajoyê verastkirinên qanûnî şert e
10:42 Bagera Kalmaegiyê ji Vîetnamê ber bi Kamboçyayê ve pêş dikeve
09:58 Li Wanê di 2 salan de 28 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan
09:44 Li Balikesîrê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
09:29 'Mayindebûn û parastina pêvajoyê bi mîsogerkirinên hiqûqî pêkan e'
09:27 Dê ‘Bajarên Jinan' bên îlankirin
09:19 Dikandarên biçûk ji ber marketên mezin naxebitin
09:15 Rojnamevan Şêx Nûr: Hikûmeta Şamê di neavêtina gavan de israr dike
09:14 Akademîsyena Aştiyê: Divê dewlet bi reformên qanûnî bersiva pêvajoyê bide
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2025’AN
06/11/2025
19:54 Bi girseyî serdana Bîlgî hat kirin
15:32 Xwendekarên Zanîngeha Bîlkentê ji bo Rojîn Kabaîşê meşiyan
14:45 Agahî nedan malbata girtiyê ku qeyrana dil derbas kirî
14:45 Dadgehê biyara AYM’ê bi cih neanî: Ji nû ve darizandina Kahraman red kir
14:16 Hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re vegot: Qîmetê dide cihgirtina CHP'ê ya di pêvajoyê de
13:13 Doza mertalên zindî ji ber cezayê zêde hat betalkirin
12:09 Akgok piştî 31 salan tehliye bû
11:56 Qirkirina daran a di bin çavdêriya leşkeran de didome
11:33 MYK'a DEM Partiyê civiya
11:08 Li Amedê dê ‘Bazara Pevguhertinê’ bê danîn
11:07 Çolterê Siwêdayê hate bombebarankirin
11:03 Li Filipînan bager rabû: 114 kes mirin
10:46 Welatî dixwazin li şûna Dibistana Polîsan park were çêkirin
10:35 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: 25 jin hatin qetilkirin
09:56 Li Wanê ji ber zivistanê eleqeyeke zêde ji bo biharatfiroşan heye
09:48 Xwendekar û malbatên wan ji bo serbihurê çalakiyê dikin
09:34 Ji bo îfadeyê bang li 6 rojnamegeran hate kirin
09:32 Tîryakî: Gavavêtin dê rêya entegrasyonê vebike
09:25 Rojnamevan Germiyanî: Ger partiyên Kurd li parlamentoyê bibin yek dê pirsgirêk çareser bibin
09:07 Prof. Dr. Gunerhan: Divê em ji bo pêvajoyê bixebitin
09:06 Dîroka ji nû ve darizandina hevşaredar Akiş diyar bû
09:01 Mediha Yuksel: Divê tevgerên sosyalîst destê tevgera Kurd xurt bikin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2025'AN
05/11/2025
18:45 Îlham Ehmed: Divê pergalekî nenavendî û demokratîk bê avakirin
18:24 Deklarasyona Meclisa Neteweyî ya Fransayê ji bo mafê hêviyê
17:47 Li Îranê cezayê 5 mamostayên Kurd hate erêkirin
17:22 Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re civiya
16:53 Fîgen Yuksekdag: Dema qezenckirina demokrasiyê ye
16:31 DYA'yê xwest mueyîdeyên NY'yê yên li ser El-Şara bên rakirin
16:13 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:13 Karkerên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin çalakiya xwe bi dawî kirin
15:21 Li Bedlîsê protestoya 4'ê Mijdarê
15:20 Ji Demîrtaş banga ‘Bila komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike’
15:10 Cezayê muebbeda girankirî dan faîlê Hatîce Agcakaleyê
14:27 Kurtulmuş dê bi koordînatorên partiyên siyasî re hevdîtinê bike
14:22 Erdogan ji bo Demîrtaş got: Daraz çi biryarê bide em ê li gorî wê tevbigerin
14:15 Karkerên nexweşxaneya bajêr doza meaşê xwe kirin
13:49 DEM Partiyê li ber Girtîgeha Sîncanê bang kir: Divê îktîdar li gorî pêvajoyê tevbigere
13:46 Şêniyên Wanê: Bila girtiyên Doza Kobanê demildest bên berdan
13:44 Erdogan: Pêvajo derbasî qonaxeke nû bû, divê li hemû aliyan bê guhdarîkirin
13:40 Bi girseyî serdana şîna Akgun kirin
13:33 Bertek nîşanî kontrolkirina nasnameyê da, hat derbkirin
13:31 Der heqê Şenbayram ê li dijî tacîza li zarokan hatiye kirin nobet digirt lêpirsîn vekirin
13:20 Hevpeyvîna têkildarî Gulistan Doku û Rojîn Kabaîşê weke sûc hat dîtin!
12:20 Di çarçoveya lêpirsîna Şaredariya Antalyayê de 8 kes hatin binçavkirin
11:48 Ji bo weşanger Zal cezayê hefsê hat xwestin
11:12 Îtîraza CHP’ê ya li dijî qeyûm hate redkirin
11:11 Mamdani bû şaredarê Misilman ê ewil ê New Yorkê
10:58 Li Bosna Hersekê şewat: 10 kes mirin, 20 kes birîndar bûn
10:58 Li DYA'yê balafira UPS kargoyê ket: 7 mirî, 11 birîndar
10:50 Hevşaredarên hatin berdan: Dê têkoşîna me ya ji bo aştiyeke birûmet bidome
10:17 Girtî Bîrkan: Bi destpêkirina pêvajoyê re zext zêde bûne
10:16 Pîr: Dê beşdariyeke xurt a li mîtînga Kolnê destê Abdullah Ocalan xurt bike
10:15 Doza tacîzê ya li Cizîrê di 20’ê Mijdarê de ye: Em zarokan bi tenê nehêlin
09:42 Bihayên xanî û kirê li Wanê zêde dibin: Her kes mexdûr e
09:34 Ercan Yilmaz: Divê qanûnên entegrasyonê li gor hewcedariyan bin
09:27 Bûn awazên 'çiya' niha jî dixwazin bibin pêşengên pêvajoya demokratîk
09:17 5 sal in cenazeyê endamê HPG'ê nadin malbatê
09:13 Serokê Konseya Çerkesya: Pêvajo ji bo avakirina welatek demokratîk firsend e
09:00 ROJEVA 5’Ê MIJDARA 2025’AN
04/11/2025
20:25 Têkoşîna 223 karkeran didome