‘Li Licê ji ber bazirganiya tiryak û fihûşê ya bi destê dewletê tê kirin daraz bêkêr e’

  • jin
  • 09:17 8 Kanûn 2025
  • |

AMED - Civaknas Yuksel Varhan a ku tevli xebatên li dijî tora tiryak û fihûşê ya li Licê derketibû holê bû, diyar kir ku tiryak û fihûş bi destê dewletê tê kirin û got: "Ji ber ku bi destê dewletê tê kirin, daraz bêkêr e."

Li navçeya Licê ya Amedê, tora fihûşê ya ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) derxist holê, partiyên siyasî û rêxistinên jinan xistin tevgerê. Piştî nûçeyê, di 1'ê Kanûnê de Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeyê dest bi xebatê kirin. Xebat tax bi tax, mal bi mal û bi civînan dest pê kirin.
 
Civaknas Yuksel Varhan a ku di roja ewil a xebatan de cih girt, diyar kir ku tiryak û fihûş bi awayekî sîstematîk û bi destê pergalê tên meşandin. Yuksel Varhanê anî ziman ku ji ber Licê civakeke polîtîk e, dewlet bi hişmedniya "Ez ê vê derê çawa birizînim? Ez ê mirovan çawa ji vê qada polîtîk bihelînim, van çawa bi rêve bibim û dûr bixim?" nêz dibe.
 
Yuksel Varhanê destnîşan kir ku bikaranîna tiryakê li navçeyê her ku diçe belav dibe û temenê bikaranînê daketiye 9 saliyê û ev yek bi destê dewletê pêk tê û ev tişt got: "Tiştê dayik li qadan ji me re dibêjin ev e: 'Em nikarin zarokên xwe ji vê çiravê rizgar bikin. Ji ber ku ji aliyê dewletê ve tê piştgirîkirin. Bi awayekî aşkera ev tişt tên kirin.' Dîsa nerazîbûna xwe nişan didin û dibêjin: 'Çima pêşî li vê nayê girtin? Hûn heta niha li ku bûn? Çima tiryak û fihûş evqas zêde bû?' Mafdar in. Di pêvajoyên qeyûman de em hinekî ji malbatên xwe dûr ketin. Ji ber wê mesafeyê dewletê ew valahî pir baş dagirt û bi kar anî."
 
 
'BI DESTÊ DEWLETÊ TÊ KIRIN'
 
Yuksel Varhanê anî ziman ku dewlet ciwanan ji ber xizaniyê re ber bi fihûş û tiryakê ve dikişîne û got ku ev yek li Licêya "Dilê Kurdistanê" hatiye asayîkirin û wiha pê de çû: "Mirov êdî wekî tiştekî asayî li vê rewşê dinêrin. Dizanin ku cîran an xizmên wan dikin, çavê xwe jê re digirin û hay jê hene ku hatiye vê astê. Lê dibêjin 'êdî em dikarin çi bikin?'. Di rastiyê de em dikarin li vir gelek tiştan bikin. Mirovên em bi wan re têkiliyê datînin li benda piştevaniyê ne. Dibêjin 'werin em bi hev re çareseriyekê bibînin'. Gelek malbat hene ku hevjîn û zarokên wan ketine vê rêyê. Gilî û gazinên malbatan ji vê rewşê hene. Lê nizanin ku wê çawa têkoşînê bikin. Ji ber ku bi destê dewletê tê kirin, daraz bêkêr e. Kesê ji tiryakê dikeve girtîgehê çend meh şûnde dîsa li derve ye û dîsa heman tiştî dike."
 
Yuksel Varhanê da zanîn ku di hevdîtinan de mirov dibêjin ew dizanin cezayên giran nînin û dibêjin "ji bo me ji siyasetê dûr bixin ev polîtîka tê meşandin" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo em vê rizîbûnê tune bikin, em ê dîsa mal bi mal bigerin, rastiya gel a rizîbûyî ji malbatan re vebêjin, bi piştgiriya civaknas û psîkologan şêwra xwe xurt bikin û saziyan çalak bikin. Em dikarin bi vî awayî yên ketine nava vê çiravê rizgar bikin. A rast heta maleke ku em neçûnê nemîne, em dikarin agahdarî û hişyariyê bikin."
 
'BI GEF Û ŞANTAJAN NEÇAR TÊN HIŞTIN'
 
Yuksel Varhanê bal kişand ser neçarkirina fihûş û tiryakê û destnîşan kir ku ev polîtîka ji bo ciwan nefikirin, nîqaş nekin û tev li çalakiyan nebin ji aliyê dewletê ve tên meşandin û got: "Divê mirov wan fêm bike û pêwendiyê deyne. Ji bo ew kes dîsa li civakê bên qezenckirin divê têkoşîn bê dayîn û baweriyê bi wan bînin. Gelo çiqas poşman in, kabûlkirin heye yan na, bi zorê tê kirin an na, divê hemû bê lêkolînkirin. Jixwe me di piraniya wan de ev dît; bi gef û şantajan neçar tên hiştin. Divê mirov li paşxaneya psîkolojîk binêre. Divê mirov sedemên maddî û manewî fêm bike."
 
'DIVÊ JIN DI VÊ TÊKOŞÎNÊ DE PÊŞENG BIN'
 
Yuksel Varhanê destnîşan kir ku ger pêşî li tiryak û fihûşê neyê girtin dê civakeke bi temamî rizandî derkeve holê û tekez kir ku îdiaya wan ew e civakeke polîtîk û exlaqî ava bikin axaftina xwe wiha domand: "Ger em exlaq di nava civakê de bi cih nekin, vê yekê li zarok, ciwan û jinên ciwan ferz nekin, em ê ji paradîgmaya xwe ya partiyê jî dûr bikevin. Perspektîfên me di vî alî de ne. Wekî jin û rêveberiyên herêmî îdiaya me hemûyan ew e ku; civakeke exlaqî û çandî biafirînin. Divê jin jî di vê têkoşînê de pêşeng bin. Ji ber ku tiştê ev xistiye nava me hişmendiya mêr û dewletê ye. Yên mexdûr dîsa jin û dayikên me ne. Yên ku neçarî nava vê çirava fihûşê dibin dîsa jinên me ne. Lê yên ku li hemberî vê serî radikin û têkoşînê dikin jî dê dîsa dayik û jinên me bin."
 
'JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊ DIVÊ HER KES BERPIRSYARIYÊ LI XWE BIGIRE'
 
Yuksel Varhanê diyar kir ku ji bo çareseriya vê pirsgirêkê divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jin û mêrên ku neçarî vê qadê bûne û dixwazin ji vê rewşê rizgar bibin, dikarin serî li saziyên me bidin. Ji ber ku bi rastî çareserî pêkan e. Em dikarin bi hev re çareseriyê bibînin. Pisporên me yên ku xwe di qada têkoşîna li dijî tiryak û tiryakkêşiyê de pêş xistine hene, dikarin serî li wan bidin. Di rewşên civakî de divê kevir li ser kevir neyê hiştin. Divê dengek bê derxistin. Ji ber ku sibê dê bandorê li hemûyan bike û bi rastî qadên ewle namînin."
 
MA / Heval Onkol

Sernavên din

16:56 Li Tetwanê civîna gel: Cara ewil bû Adullah Ocalan ewqas bi hêvî li pêvajoyê dinihêrt
16:55 Veysî Aktaş: Kî xwe birêxistin bike ew ê bi ser bikeve
16:25 Careke din xwîn dan rojnameger Aykol
15:51 Ji NY’ê re name: Ji bo cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ dewletên endam teşwîq bikin
15:48 DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên ‘çareseriyê’ dan Meclisê
15:45 Ji bo PKK’iyan şîn hatin danîn, mewlûd hate dayin
15:35 Astengkirina qursa Kurdî hat şermezarkirin: Zimanê me rûmeta me ye
15:04 Daxuyaniyên rêxistinên maf û hiqûqê yên bi boneya Hefteya Mafên Mirovan: Binpêkirin roj bi roj zêdetir dibin
14:36 Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê daxuyaniya 'mafê hêviyê'
14:35 TJA, DBP û DEM Partiyê têkildarî Hefteya Mafên Mirovan daxuyanî dan
13:14 Dayikên Aştiyê: Em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin
13:07 Di saleke desthilata HTŞ'ê de jin: Revandin, kuştin, destdirêjî
12:19 Li Amedê meşa mafên mirovan: Divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin
12:18 Parêzerê ÇHD'î hat binçavkirin
12:16 Artemêt dibe bajarê azad û ekolojîk ê jinan
12:04 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê şerxwaziya we têk bibin
11:41 Rapora Mijdarê ya MKG'ê: Zextên li ser rojnamevanên jin didome
11:22 Lêkolîn: Ji sedî 97'ê dengdêrên DEM Partiyê dixwazin serdanên Îmraliyê bidomin
10:48 Akademîsyenê misrî: Dixwazim Ocalan di şertên azad de li Rihayê bibînim
10:42 Li Amedê mij bû sedema zehmetiyan
10:39 DEDAŞ ku ceza li 600 malî birî, ceryana ocaxa tenduristiyê jî birî
10:14 Oral ê ku Ayşe Înceyolê revand, heman şevê wî û cendirmeyan peyam ji hev re şandiye
10:13 Dr. Yavîç: Rewşa girtiyên nexweş divê ji bextê ATK'ê re neyê hiştin
10:12 Mînîbusa karkerên çandiniyê qelibî: 18 kes birîndar bûn
09:59 Hevserokê Meclisa Ermenan: Me xwe bi felsefeya heval Apo nas kir
09:18 Derhênera 'Xwêfiroş' banga xwedîderketina li xwezayê kir
09:16 Ji Abdullah Ocalan der barê bûyerên civakî de peyamên girîng
09:15 Girêsor ê Panosê veguheriye girê sergoyê
09:09 Derhênerê fîlma namzetê Oscarê: Em dixwazin Amed bibe Cannes a Kurdistanê
09:08 DEM Partî ji bo 'Nan û Aştiyê' dê ber bi Enqereyê ve bimeşe
09:02 Parêzer Azurtza: Divê bê zanîn ku Ocalan şexsiyetekî diyarker e
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2025'AN
09/12/2025
19:53 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nişandan
16:29 Li Wanê rêveberiya herêmî û GABB bi jinan re civiyan
16:25 Li Dêrsimê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
16:20 Rêxistinên hiqûqê rapora binpêkirinên li girtîgehên Rihayê eşkere kirin
16:09 Dê di doza Ayla Akat Atayê de mutalaa bê amadekirin
15:58 Di îşkenceya kardêr de ceza li 4 kesan hat birîn
15:39 'Gotin, tu yê hêza Tirkan bibînî û îşkence li girtî kirin'
15:21 Der barê îdiaya kesa di wêne de biryara beraetê
15:01 Rojbîn Sonmez hat bibîranîn
14:31 Li Edliyea Şirnexê polîsekî hewl da xwe bikuje
13:55 Di lêpirsîna HDK'ê de cezayê girtîgehê li hunermend Pinar Aydinlarê hat birîn
13:29 Partî dê raporên xwe yên 'çareseriyê' berpêşî meclisê bikin
12:29 HSD: Hewldanên ji bo têkbirina aramiyê dê bi helwesteke xurt werin bersivandin
12:20 Konseya Bajêr dê bi rojeva dagirkeriya li Hewsel û Pira Dehderî bicive
11:11 Hevşaredarê Miksê ji bo vegere ser peywira xwe serlêdan kir
11:03 Şaredariya Agiriyê di salekê de rengê bajêr guherand
10:41 Akademîsyen Lemkow: Ez tev li Abdullah Ocalan dibim
10:33 'Abdullah Ocalan me vedixwîne nîqaşa sosyalîzmeke nû'
10:04 Hevserokê ÎHD'a Antalyayê: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin
09:40 ‘Li dijî tundiya mêr-dewletê em mîsogeriya hev in'
09:39 Ji bo bajarên Wan, Şirnex, Sêrt û Colemêrg hişyariya barînên zêde
09:38 Li Licê banga têkoşîna hevpar: Em taxên xwe biparêzin
09:15 Irmak: Zimanê hevpar di festîvalan de dikare bê bidestxistin
09:11 Bila Sûriye perçe nebe, lê bila Heleb ya min be!
09:04 Hîlala Zêrîn bi hunera xwe dîroka hatiye beravajîkirin ronî dike
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2025'AN
08/12/2025
22:42 Di roja duyemîn a Festîvala Fîlman a Amedê de 13 fîlm hatin nîşandan
16:38 Ji ber gotinên ‘Mahabad’ û ‘Kurdistanê’ ceza dan girtiyan
16:37 ‘Tişta mezin dibe tenê xizanî, hejarî û birçîtî ye’
16:19 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:18 Li Pirsûsê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:18 Di bûyera ‘pêvajoya çareseriyê’ bi dawî kiribû de şopa tiliyê ya polîs li dosyayê hat zêdekirin
14:50 Kaganarslan: Fikrên Abdullah Ocalan ên têkildarî sosyalîzmê girîng in
14:18 Kurtulmuş: Pêvajo, projeyeke dewletê ye
14:02 Şaredariyê têkildarî Pira Dehderî daxuyanî da
13:47 Li Antalyayê bi mezinahiya 5.2’yê erdhej çêbû
13:44 Prof. Norman Paech: Netewe dewlet modela pêşerojê nîne
12:30 Li Elkê hezaz çêbû: Midûriyet li dozera kirêkirî digere!
12:29 Li ser 'Konferansa Navneteweyî' çendek nîşe: Divê mafên Kurdan bi rêya mafên kolektîf bên parastin
11:35 Veysî Aktaş: Hewce dike ku çepa Tirkiyeyê xwe hinek biguherîne
10:11 JINNEWS: Di Mijdarê de 23 jin û 3 zarok hatin qetilkirin
09:47 Ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînên zêde hat kirin
09:46 Li Srî Lankayê karesat: 627 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:18 Mele Dunayserî: Aştî ferz e, divê şert û mercên muzakereyê jî wekhev bin
09:17 ‘Li Licê ji ber bazirganiya tiryak û fihûşê ya bi destê dewletê tê kirin daraz bêkêr e’
09:13 Rapora girtiyê nexweş: Nakokî, teşxîsa kêm û nexweşiyên nehatine nivîsandin
09:05 Akademîsyen Orhan: Divê di verastkirina qanûnên entegrasyonê de ‘mafê hêviyê’ hebe
09:04 Çîroka Hemo yê 'Emîrê DAIŞ'ê'
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2025'AN
07/12/2025
21:30 Festîvala Fîlman a Amedê destpê kir
19:54 Li Eskîşehîrê kursa Kurdî hat astengkirin
18:51 PYD: Avakirina Sûriyeyeke nû bi demokrasî û sîstema nenavendî ve pêkan e
18:35 Konferans bi dawî bû: Em ji bo hêza gotinên Ocalan bibin welatê xwe li vir in
16:51 Tedawiya rojnamevan Aykol didome
15:37 Xelatgira Nobelê Şirîn Ebadî: Azadiya Abdullah Ocalan şertê sereke yê pêvajoyê ye
15:00 Saziyên ji bo alfabeya Kurdî hînî zarokan bikin çalakî kirin
14:53 Şîn û mewlûdên ji bo PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:39 Demîrtaş: Ev pêvajo ne parçebûnê, dê yekitiya birûmet pêk bîne
Fîgen Yuksekdag: Deriyên serdemeke nû hatin vekirin
14:38 Li Mêrdînê cade di bin avê de man
14:37 Prof. Paech: Hebûna Kurdan û kêmaniyan divê bi mafên kolektîf were parastin
14:06 Fîlozof John Holloway: Min ronahiya Rêber Ocalan anî vir
13:10 Dubbins: Banga 27’ê Sibatê ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn firsendekî mezin afirand
10:29 'Konferansa Navneteweyî': Êdî Kurd tev li pergala avaker a Rojhilata Navîn bûne
10:16 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:06 Parlamenterê berê yê Hindî: Rêgezên Ocalan dê ji bo hemû cîhanê aştiyê bîne
09:55 Beşdarên konferansê: Niha ne dema temaşekirinê, dema nivîsandina dîrokê ye
09:26 Dayikan got: Heta Rêberê me azad nebe aştî nabe
09:23 Bi hinceta deynê xwarinê yê li girtîgehê dest danîn ser bûrsa keça wî!